Êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qadên jiyanê, bê navber dewam dikin. Di encama êrîşan de zarok jî di nav de, bi dehan sivîl hatin qetilkirin û çavkaniyên debara gel, nexweşxane, firin, binesazî û navendên benzînê tên hedefgirtin. Tevî van hemû êrîşan, gel dibêje ew ê li ber xwe bidin.
Xeyriye Hesen diyar kir ku li dijî êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk, gel bi berxwedanê bersivê didin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li çavkaniya debara gel dixe. Li elektrîk, av û nan dixe. Bi van êrîşan re gel neçarî koçê dike. Tevî êrîşên dijwar jî, me berxwedaneke bêhempa raber kir. Kesekî jî mala xwe neterikand. Me tirsa di rojên destpêkê ya şoreşê de, li pey xwe hişt. Rojekî jî em li mala xwe nerûniştin, em timî li qadan bûn. Dirûşmeyên me yên berxwedanê erd û ezman hejand. Êrîşên dewleta Tirk ne cara ewilî bûn û wê ne ya dawî jî be. Em fêrî van êrîşan bûne. Divê mirov armanca van êrîşan bizane û xwe zane bike, ev yek têkoşîna me hîn xurttir dike.”
‘BÊDENGÎ, HEVKARÎ YE’
Xeyriye Hesen bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî jî û got: “Bêdengî hevkarî ye. Ev hevkarî wê negihije encamê; wê hevkariya dewletan vale derkeve, wê xwişk-biratiya gelan bi ser bikeve. Di dîrokê de wê pesnê rastiya gelê berxwedêr bê dayîn, wê durûtiya dewletê jî bê lanetkirin.”
‘GEL LI BER XWE DIDIN’
Mihemed Xelîl ragihand ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi derfetên kêm heta roja îro hatine û ev tişt bilêv kir: “Di êrîşên dewleta Tirk de sazî û rêxistinên me zirareke mezin dîtin. Rêveberiya Xweser piştî her êrîşê ji bo sererastkirina van texrîbatan, di nava hewldaneke mezin de ye. Tam em dibêjin texrîbat hatin sererastkirin, êdî em dikarin bi rehetî jiyana xwe bidomînin, hingê dewleta Tirk dîsa êrîşî binesaziyê dike. Zilmeke ji vê mezintir nîne. Tevî vê texrîbat û zilmê, gel li ber xwe didin. Hingî êrîş zêde dibin em dibin şahid ku berxwedan zêde dibe; yekîtî jî xurt dibe. Lewma bi berxwedana ku tê raberkirin, êrîşên dewleta Tirk hatine pûçkirin.”
‘WÊ NEKARIN ZIRARÊ BIDIN MANEWIYATA ŞOREŞÊ’
Gelawêj Mihemed jî destnîşan kir ku gel li pey şopa şehîdan dimeşe û ji êrîşên dewleta Tirk natirse û wiha got: “Zarokan, jinan û kalan qetil dike. Êrîşî nanê me dike. Bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide gel teslîm bigire. Lê belê wê nekarin zirarê bidin manewiyata şoreşê. Me bi berxwedanê rojên zehmet derbas kir û bi berxwedanê em ê van rojan jî derbas bikin.”
‘EM Ê XAKA XWE NETERIKÎNIN’
Hisên Ebdurrahman jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got: “Dewleta Tirk tevî êrîşên xwe yên hovane jî, nekarî îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne û serî lê bide tewandin. Binesaziya herêmê dike hedef û dixwaze birçî, bêelektrîk û bêav bihêle. Em bêav, birçî û bêelektrîk jî bimînin, em ê xaka xwe neterikînin.”