Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahme Ozer doh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Îfadeya Ozer a li dozgeriyê derket holê. Ozer sûcdariyên li wî tên kirin red kir, got ku di gelek saziyên cemaweriyê de xebitî ye û heta niha derheqê wî de tu lêpirsîn an jî teqîbat tune ne.
Ozer diyar kir ku destwerdana li îradeya gel nayê qebûlkirin û got, “Heft meh in bi rengekî serketî serokatiyê ji şaredariyê re dikim. Ev yek êrîşeke siyasî ye. Desteserkirina îradeya gel e.”
Ozer ragihand ku îdîayên li hemberî wî têne bikaranîn xwe naspêrin delîlan, berhemên wî û karên berê weke sûc têne nîşandan, ku ev yek jî hewldaneke siyasî ye.
Ozer diyar kir ku pêvajoya tayînkirina qeyûm bi rêya medyayê ketiye rojevê û got, “Ev hemû derew, zext, atraksiyonên siyasî ye ku ji bo dûrxistina wî ya ji wezîfeyê têne kirin. Bingeha tayînkirina qeyûm hatiye danîn. Hîn li dozgeriyê bûm nûçeyên li ser tayînkirina qeyûm di A Haber û hwd. de hatin weşandin.”
Têkildarî pirsa derheqê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî Ozer ev tişt anî ziman: “Remzî Kartal jî ji Wanê ye. Parlamenterê Wanê bû. Em ji heman eşîrê ne. Piştî derketî derveyî welat têkiliya min pê re qut bû. Îdeolojî û fikrên me ne wekî hev in û malbata wî nas dikim. Li Wanê ne. Dema çûm Wanê min sersaxî jê re xwest. Hindik maye ji vê jî encamekê derxînin. Ev tişt tiştên însanî ku dikim.”
Ozer, ji ber konsereke li Esenyurtê jî hate tawanbarkirin. Ozer, têkildarî konserê wiha got: “Me konsereke li dar xistiye. Me ev konser tevî Qeymeqamê Esenyurtê Fatîh Çobanoglû li dar xist. Me bi hev re organîze kir. Konsera ewil tevî qeymeqam, hevjîna wî û 46 komeleyan hate kirin. Bi dehan hunermend hatin gazîkirin. Min di jiyana xwe de tenê yek carê jî Rojda nedîtiye. Min tenê li wir li ser dikê dît. Li cihên cuda stranan dibêje. Bi dehan kes hatine vexwendin lê min nevexwendiye. Memûrên li wir bi vê mijarê re eleqedar bûn. Dê kî were dê kengî were ew diyar dikin. 450 hezar kes hatine mîhrîcanê. Tê gotin ku 3-5 kesên li wir têkildarî Ocalan dirûşm berz kirine. Heke tiştekî wiha hebe bila emniyetê binçav bikira. Min nedît, nebihîst. Heke min bidîta dê mudaxile bikira. 70 – 80 hezar kes li wir in ma ez ê çawa bibînim kê dirûşm berz kiriye?”
Ozer, diyar kir ku dozeke siyasî ye û wiha got: “Ez tevahiya îdiayên tên kirin red dikim. Di salên 2016 û 2017’an de min ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê belgeyek girt. Ez hatime guhdarîkirin, dozger bangî min kir. Di wê guhdarîkirinê de tiştek nehatiye tespîtkirin. Got ku ev yek bi awayekî derusûlî hatiye kirin û heke bixwazim dikarim serlêdana sûc bikim. Min jî got ku heke hewce bike ez ê gilî bikim. Dema berê li min hatî guhdarîkirin, tu hêmayên sûc nehatin dîtin, navnîşana min diyar e û gumana rev û xweveşartinê tune ye. Piraniya delîlan hatin komkirin û îxtîmala ku bandorê li delîlan bikim tune ye. Ji ewil dixwazim bêm berdan û heta dadgeriya we digihije qenaeteke din dixwazim bi şertê kontrola edlî bêm berdan.”