Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Suzan Akîpa û Emran Emekçî, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran di heman demê de ji bo bi muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re jî hevdîtinê bikin serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Rêber Apo bi komployeke navneteweyî di sala 1999’an de dîl hat girtin û ji wê demê û vir ve di bin tecrîdê de tê ragirtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê ya bi kêfî têne redkirin, ya bê bersiv têne hiştin, yan jî piştî bi mehan tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê yên kêfî û dervî hiqûqî hatiye birîn. Sedema cezayê dîsîplînê jî nayê zanîn.
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re hate dayin.
Hevdîtina Rêber Apo ya herî dawî bi malbata xwe re di 3’yê Adara 2020’an de pêk hatibû. Her wiha hevdîtina bi telefonê ya ligel malbatê di 25’ê Adara 2021’an de pêk hatibû.
Rêber Apo, piştî 4 salan di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de Rêber Apo diyar kir ku tecrîd hê berdewam dike.