Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
Jin

TAJÊ Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

TAJÊ 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û berxwedana gelan silav kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 1’ê Mijdarê daxuyaniyeke niviskî weşand û da zanîn ku 1’ê Mijdarê û 13’ Mijdarê mîna pireke di navbera şoreşa jin û gelan de, di navbera Kurdistan û Cîhanê de ye.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Em Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Rêber Apo, li şehîdan, li gelê me yê Bakur-Rojhilatî Sûriyeyê, li tevahî Kurdan û gelên Kurdistanê pîroz dikin. Em di şexsê rêheval Arîn, Rêvan û Gelhatan de tevahî şervanên heqîqetê yên di berxwedana Kobanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin. Em Apê Nemir ê ku heta dawî li kêleka şervanan di berxwedanê Kobanê de şer kir û di salvegera 10’an a rizgarkirina Kobanê de şehîd bû bi minet bi bîr tînin.

Kurdistan destpêka dîroka mirovahiyê ye û bi serdema şoreşa jinan bû xaka xwediyên çanda qedîm û heqîqetê. Bi hezaran sal in hêzên desthilatdar li ser vê çand û nasnameyê şerê qirkirinê dimeşînin. Li hemberî vê gelan berdêlên giran dane, li ber xwe dane û teslîm nebûne. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk a qirker êriş birin ser Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyeyê. Bi êrişa li ser Kobanê re, xwestin destkeftiyên şoreşa Rojava ku di encama berhemê keda 20 salan a Rêber Apo de ava bûbû, ji kokê ve tune bikin. Plana derxistina DAIŞ’ê berdewama komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo û gelên herêmê bû. Fermana li Şengalê li dijî civaka me pêk anîn jî di dema êrişên li ser Kobanê de bû. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinan û di şexsê jinan de li dijî tevahî gelên herêmê êrişeke herî xwînxwar di vê serdemê de pêk anîn. DAIŞ berhema zihniyeta mêr-dewlet û pergala wê ya kapîtalîst e. Me weke jinên Êzidî di fermanê de êşa vê yekê ji kûr ve kişand. Şervanên Rêber Apo hem li Kobanê û hem li Şengalê ji bo tola jinên Êzidî bistînin li ber xwe dan. Em ji 1’ê Mijdarê heta 13’ê Mijdarê mîna pireke di navbera şoreşa jin û gelan de, di navbera Kurdistan û Cîhanê de bi nav dikin.

Li Kobanê şervanên azadiyê yên ku bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li ber xwe dan, şer kirin û bi ruhê fedaî şehîd bûn mirovahî parastin. Berxwedana Kobanê bi têkoşîn û şerkeriya gerîlatiya jinên Kurdistanî bi pêş ket û cîhanî bû. Li Kobanê şerê azadiyê yê ji bo mirovahiyê û paşeroja şoreşa jinan bi ser ket. Berxwedana gelê Kobanê li kêleka şervanên azadiyê mînaka herî bihêz a Şerê Gelê Şoreşgerî ye. Bi pêşengiya şervanên YPJ û bi tilîliyên dayikan di serî de plana dewleta Tirk, hevkarê wê DAIŞ û hêzên li pişt wan disekinîn têk çû. Roja Kobanê ya Cîhanê bi qêrîna dengê wijdanê mirovahiya ku li ber xwe dide hat îlankirin. Di roja îro de jî li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê heman qêrîn û heman berpirsyarî pêwîst dike serî hilde û li ber zilmê bisekine.

Di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de dewleta Tirk bi planeke nû ya berfireh bi êrişên hewayî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Dewleta Tirk a qirker ji bo tola binketina DAIŞ’ê ji gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî gelên Rojavayê Kurdistanê bistîne van êrişan pêk tîne.  Em weke TAJÊ van êrişan careke din bi hêrs û tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em ê heta dawî bi gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re bin. Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê hemû êrişên dijmin têk bibin, paradîgmaya neteweya demokratîk û şoreşa Jin, Jiyan, Azadî teqez jiyanî bikin. Welatê me bi hezaran berdêlan bûye ‘Welatê Şehîdan’ û wê bi xwîna şehîdan dîrok, heqîqet, geşbûn û xweşikbûna welat tu carî winda nebe. Em ê jî heta dawî li ber doza şehîdan bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NÛÇEYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Spanyayê hejmara miriyan bû 158, hê jî bi dehan winda hene
Nûçeya Pişt re Ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê peyama yekîtî û berxwedanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qanûn û dadgehên ku Bahçelî dixwaze

Qanûna Xiyanet-î Vataniye û Dadgehên Serbixwe ya ku Serokê MHP’ê yê giştî Devlet Bahçelî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer hate binçavkirin

Polîsan di saetên siharê de bi ser mala Serokê Şaredariya Navçeya Esenyûrtê Ahmet Ozer de…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Kantona Firatê li dijî biryara Doza Kobanê daketin qadan

Gelê Kantona Firatê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Firatê li dijî biryara dadgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?