Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku bi rêya “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, CHP’ê li pêşiya Şaredariya Esenyûrtê “Nobeta Demokrasiyê” da destpêkirin. Nobet, di roja sêyemîn de berdewam kir.
Alîkarên Serokê Giştî yê CHP’ê Gamze Taşcier û Pinar Uzun, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Engîn Altay, Serokê CHP’ê yê Stenbolê Ozgur Çelîk tevlî nobetê bûn.
Di çalakiyê de dowîzên “Her der berxwedan her der Esenyûrt”, “Qeyûm wê biçin, îradeya gel wê bimîne” hatin hilgirtin.
Gamze Taşcier di çalakiyê de axivî û anî ziman ku Ozer ji ber hincetên siyasî hatiye girtin.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Engîn Altay jî destnîşan kir ku îradeya Esenyûrtê hatiye desteserkirin û wiha got: “Me darbe û desteserkirina bi destê dewletê jî dît. Xwelî li we be.”