Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li ser çalakiyên ku li dijî darbeya qeyûm kirin daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Milîsên me êvara 6’ê Mijdarê li gelek taxên Êlihê li hemberî hêzên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. Milîsên me li gelek nuqteyan bend danîn û heta nîvê şevê li ber xwe dan. Li taxên Baglar, Îpragaz, Taxa Koçera, Cûdî, Petrolkent, Karşiyaka, Emeklî Tokî, Hîlal, Pazaryerî û Bayindirê bi bombeyên bi destan çêkirî, molotofkokteyl û fîşekên hewayî bersiv ji êrîşên giran ên polîsan re hate dayin. Kontrola gelek taxan kete destê milîsên me û dagirkeran bi piştgiriya hewayî êrîşî qadên berxwedanê kirin. Di şer de ku heta serê sibehê dewam kir, gelek dagirker birîndar bûn, derb li gelek wesayitên zirxî hate xistin.
Milîsên me 5’ê Mijdarê saet di 20:45’an de li qada Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê li gundikê Peyko li kepçeyeke li baregeha leşkerî xistin. Kepçeya Îskavator a ku di çêkirina rêya leşkerî de dixebitî bi sabotajê hate şewitandin.”