Çarşem, 8 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşî protestoyên Civîna NATO’yê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Gurkan Turkoglu hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê wê Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya gerîlaya YRK’ê Zarîn Akbaş bi girseyî hat ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê li ser xeta şehîdan têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Herkiyan rêya sereke ya navçeya Xebat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 girtiyên siyasî yên ji Bokanê rûbirûyê darvekirinê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sempozyuma Silêmaniyê de nûnertiya jinan a di pêvajoya entegrasyonê de hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê divê bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rabûnek li dijî qedexeyan: Al-Arûs

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser jinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li 4 bajaran ji bo kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin çalakî hatin lidarxistin
Kurdistan

Li 4 bajaran ji bo kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin çalakî hatin lidarxistin

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê têkoşîna edaletê ya ji bo kesên ji aliyê dewletê ve di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin dewam kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di çalakiyên ji bo aqûbeta windayan hatin lidarxistin de hat diyarkirin ku ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd windakirinên di binçavan de û cînayetên faîl nediyar pêk hatin û daxwaza edaletê hat kirin. 

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî ji bo aqûbeta windayan çalakî li dar xistin û daxwaza edaletê hat kirin. 

AMED 

Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê di hefteya 822’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Alî T ekdag  ê di 13’ê mijdara 1994’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz ewilî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got: “Ji ber ku meseleya Kurd nayê çareserkirin bedelên pir zêde hatin dayîn. Yek ji van bedelan jî windakirina di binçavan de û cînayetên faîl ne diyar bûn. Çend roj berê dîsa em tayînkirina qeyûman ji xewê şiyar bûn. Îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Xelk qeyûman protesto dike lê bi awayek hişk û tund mudaxile li welatiyan tê kirin. Em wek ÎHD û xizmên windayan li dijî pêkanîna qeyûman in û dibêjin qeyûman bi paş ve bikişînin.” 

Xwişka Alî Tekdag, Îffet Mutaş da zanîn ku birayê wê gelek caran hatiye êşkencekirin û herî dawî wî windakirin û got: “Ez heqê xwe li dewletê helal nakim. Em cenazeyên xwe dixwazin. Dayik û bavê min bi hesreta dîtina birayê min koç kirin. Em ê van kirinan ji bîr nekin. Heta ez sax bim wê destê min di stûyê dewletê de be. Alî û şehîdên din çi ji we kiribûn. Ew şehîdên me ne.”

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Alî Tekdag xwend. 

Piştî daxuyaniyê ji bo Tekdag û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

ÊLIH 

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê di hefteya 658’emîn de li ber avahiya komeleyê çalakî li dar xistin û wêneyên windayan hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Davût Altunkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî di binçavan de hatin windakirin, hat pirsîn. 

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Reşît Çetînkaya daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Davut Altunkaynak û Nedîm Akyon li navçeya Kerborana Mêrdînê hatin windakirin û piştî 21 salan hestiyên wan hatin dîtin. Çetînkaya anî ziman ku berpirsiyarên hemû cînayetên ku nehatine tespîtkirin dewlet e. 

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî di hefteya 148’emîn de çalakiya heftane li dar xistin. Çalakî li Kuçeya Hunerê pêk hat û wêneyên windayan hat hildan. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku faîlên Hamza Tutan ê di 8’ê cotmeha 1985’an de li Şemzînanê di binçavan de hat qetilkirin, bên darizandin. 

Endamê ÎHD’a Colemêrgê parêzer Eren Baskin metna daxuyaniyê xwend û xwest ku kujerên Hamza Tutan bên dîtin û darizandin. 

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ji du hefteyan carekê pêk tîne, li ber Sumerbanka berê ya li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û pankart vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Huseyîn Toraman ê di 27’ê Cotmeha 1991’an de li Stenbolê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. 

Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî daxuyanî xwend û bi bîr xist ku Huseyîn Toraman li ber deriyê xew ji polîsan ve bi darê zorê li Torosa Spî hatiye siwarkirin û wî revandine û piştre heta îro tu agahî jê nehatiye girtin. 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê li hemberî derbeya qeyûman nerazîbûnên xwe nîşan dan
Nûçeya Pişt re Meşa li Êlihê: Berxwedana me wê heta têkbirina dagirkeriyê bidome!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayan Newroza azadiyê pîroz kirin

Gerîlayan Newroza gelan pîroz kirin û gotin, "Em ne di nava gelê xwe de ne,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Magdeburgê li dijî bazara Noelê êrîş: 11 mirî û 80 birîndar

Li Elmanyayê, wesaîtek ket nav qerebalixiya bazara Noelê. Di bûyerê de 11 kesan jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome

Ji ber li şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hate avêtin, çalakiyên ku ciwanan dabû…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jin wê ji bo aştiyê li ber Meclîsê li hev bicivin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Di Hezîranê de 29 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn: Ji bo pêvajo bi rê ve biçe divê Birêz Ocalan azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?