Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Meşa li Êlihê: Ev berxwedan vîna azadiyê ye
Kurdistan

Meşa li Êlihê: Ev berxwedan vîna azadiyê ye

Li Êlihê li dijî derbeya qeyûmê meşek girseyî hat lidarxistin. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Êlih, ranezê xwedî li vîna xwe derkeve" hatin berzkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li Êlihê berxwedana li dijî qeyûman didome. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, endamên Platforma Jinan a Edeneyê, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, hevşaredarên Dêrsimê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik û bi sedan kes tev li bûn. Girseya ku li Parka Yilmaz Guney hate gel hev, ber bi Xaçerêya Basinê ve dest bi meşê kir. 
 
Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Êlih ranezê xwedî li vîna xwe derkeve” hatin berzkirin. Welatiyên derdorên jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Dayikên Aştiyê di meşê de li herî pêş bûn. Girseya ku gihiştî Xaçerêya Basinê,  li ber strana “Gevere Gevere” govend gerand. 

Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmaz, diyar kir ku heta ku qeyûm îradeya gel dîsa teslîm dike dê li her derê berxwedana xwe bidomînin, ew qeyûman rewa nabînin û dê endamên meclisê karê xwe bidomînin. 
 
Endama Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci jî got ku qeyûm ji ewil destkeftiyên jinan hedef digirin û jin dê tevî hêzên demokrasiyê êrişa qeyûman têk bibin. Endama platformê Şîlan Surmelî jî got ku ew bi Hevşaredar Gulistan Sonuk re ne. 
 
BERSIVA MEZIN JIN Û CIWAN DIDIN

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di çalakiyê de axivî û got ku bersiva herî xurt jin û ciwanan didin qeyûman. Şedal, da zanîn ku îktîdarê û hevkarên wan winda kir, dê destûrê nedin careke din şaredarî bên dagirkirin û got: “Serkeftin wê ya gelê Êlihê be.” 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî anî ziman ku li kolanên Kurdistanê her kes xwedî li îradeya xwe derdikeve û got: “Hûn mecbûr in îradeya gel nas bikin. Hûn nikarin me têk bibin û serî bi me bidin tewandin.”
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku xelkê Êlihê xwedî li rûmeta gelê kurd, demokrasî û azadiyê derdikeve. Zeydan, destnîşan kir ku qeyûm xesp, talan û dizî ye û ev tişt anî ziman: “Gelê me nahêle hûn rûmeta wan binpê bikin. Em ê şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin.” 
 
48 SAZIYAN DEKLARASYONA HEVPAR WEŞANDIN 
 
Piştre jî Serokê Sendîkaya Petrol Îşê Veysel Kartal deklarasyona 48 saziyan a hevpar a bi sernavê “Îktîdar dixwaze civakeke nafikire û xwe birêxistin nake ava bike. Em jî li dijî qeyûman dibêjin bijî demokrasî.” xwend. 
 
‘EM Ê FERASETA WE TÊK BIBIN’
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî diyar kir ku ew bi gelê Êlihê serbilind e û ev tişt anî ziman: “Em careke din bibêjin; qeyûm li dijî hêviya bajarekê ku gel bikare lê bijî derbe ye. We got qey dê bi qeyûman encamê bi dest bixin lê hûn dê bibînin ku we xwe xapandiye. Em ji vê qada berxwedanê dibêjin; em ê feraseta we ya mêrperest têk bibin û ev jî bila ji we re bibe derd.” 
 
‘EV BERXWEDAN VÎNA AZADIYÊ YE’ 
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, berxwedana gelê Êlihê silav kir. Uçar, wiha domand: “Êlih, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e. Berxwedana gelê Êlihê, berxwedana azadiya îradeyê ye.” Uçar, got ku bi zanebûn şaredariyên Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê hedef hatine girtin. Uçar, got ku Êlih bajarekî azadîxwaziya jinê diparêze ye û wiha pê de çû: “Bi hilbijartina hevşaredar Gulistanê re, bi ‘jin, jiyan, azadiyê’ bersiv da aqilê dewletê yê sedsalî. Ne dewlet ne jî qeyûm dê nekarin vê rastiyê biguherîni.” 
 
‘NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD’
 
Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî tundiya dewletê jî em ê li kolanan bin. Ev pêvajo dê mîna pêvajoya 2016- 2019’an nebe. Dê gel qeyûmên we dîsa bişîne. Qeyûm, encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Tişta herî girîng a ji bo vî welatî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Qeyûmên xwe paşve bikişînin, tecrîdê rakin û dev ji polîtîkayên şerê taybet berdin. We sedsalek winda kir,  werin em bi paradîgmaya birêz Ocalan di sedsala duyemîn de aştiyeke rast pêk bînin. Heta qeyûm diçin em ê bi hev re têbikoşin.” 
 
PIŞTÎ DAXUYANIYÊ POLÎSAN ÊRIŞÎ GIRSEYÊ KIR 
 
Polîsan piştî daxuyaniyê êrişî girseyê kir. Girseyê li Xaçerêya Basinê li ber stranên kurdî govend gerand. Demek piştre jî polîsan bi gaza îsotê û ava şid êriş kir. Tevî êrişê jî girse belav nebû. 
 
 Berxwedana gel didome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berxwedana li Xelfetiyê: Xwedîderketin mezin dibe
Nûçeya Pişt re Ayşegul Dogan: Ji bo çareseriyê ewilî dev ji polîtîkayên qeyûman berdin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

Rojnamevan û nivîskar Serdar Korûcû anî ziman ku rûbirûbûneke rasteqîn bi Pogroma 6-7'ê Îlonê re…

Ji aliyê Stêrk TV

HRANA: Li Îran û Rojhilat nêzî 7 hezar kes hatine kuştin

HRANA’yê ragihand ku heya niha nêzî 7 hezar kes di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hîzbûllahê kuştiye

Artêşa Îsraîlê roja Şemiyê daxuyanî da û ragihand ku di êrîşa hewayî ya li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji malbatekê şeş hevrê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?