Cenazeyê şervanê YPG’ê Pêşewa Hewramî ku di 9’ê Sibata 2020’an de li Kobanê di encama qezayekê de şehîd bibû, ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûr hat kirin.
Vê sibehê piştî ku li Tiba Edlî ya Silêmaniyeyê cenaze hat teşîskirin, bi tevlîbûna malbat, hevrê û welatparêzan cenaze ji bo wecîbeyên olî birin Mizgefta Seywan.
Piştî nimêja cenaze hat kirin, cenaze birin Goristana Girê Seywan a Silêmaniyeyê û bi merasîmek girseyî spartin axê.
Piştî cenaze hat veşartin, ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed li ser têkoşîn û kesayeta Şehîd Pêşewa axivî û got: “Dema ku tevayî Rojavayê Kurdistan û bajarê Kobanî di jêr metirsiyê de bû, wek ciwanekî Başûrê Kurdistanê li gel komek xwebexş ji bo tevlî têkoşîna ku li Rojava dihat meşandin bibin, berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.”
Piştre li ser navê malbata şehîd, Ebûbekir Mecîd jî axivî û got: “Şehîd Şivan ne tenê ji bo malbata xwe, ew ji bo tevayî gelê Kurd û cîhanê têkoşerek bû, şehadeta wî xisareke mezine ji bo hemû azadîxwazên cîhanê. Ger em berdêlan nedin emê nikaribin xwe ji siyaseta qirkirinê rizgar bikin. Şehîd Şivan jî yek ji wan kesan bû hest bi berpirsyartiyên xwe yên li beramberî metirsiya ku li ser gelê wî hebû kir. Ji bona wê biryara têkoşînê da û di wê rêyê de jî şehîd ket.”
Hêjayî bibîrxistinê ye doh Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê di daxuyaniyek de şehadeta Pêşewa Soranî ragihandibû û gotibû: “Di Cotmeha 2019’an de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, hevrêyê me Pêşewa Soranî ku yek ji ewladê leheng ê gelê me yê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê ye, ji bo parastina destketiyên şoreşa Rojava bi ruhê neteweyî û seferberiyê cihê xwe di nava refên me de girt. Li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên paramîlîter xeta berxwedanê esas girt û sekneke berxwedêr nîşan da. Di êrişên ku li Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dikin de derbasî xeta Kobanê bû û di encama qezayeke bêşensiyê de di dîroka 9’ê Sibata 2020’an de şehîd bû. Her çend di encama qezayên bi vî rengî de şehadeta hevrêyên me ji bo me rewşa herî dijwar e, lê têkoşîna wan a her tim me li ser pêyan hiştiye esas girtiye. Bi vê minasebetê em hevrêyê xwe Pêşewa Soranî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”