Li gorî rapora WFP a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve El Niñoyeke xurt dikare 49 milyon mirovî bir xeteriya birçîbûnê re rû bi rû bihêle. Ev rewş jî tê wateya zêdebûna ji sedî 22 a hejmara mirovên birçî bûne.
Di raporê de hate ragihandin ku dibetiya rûdana bûyereke gelekî xurt a El Niño ji sedî 81 e û hate gotin, germa ser rûyê deryayê ji sala 1982’an û vir ve gihîştiye asta herî bilind. Hate ragihandin ku eger ev yek pêk were dibe ku ye ji bûyerên herî dijwar ên El Niño yên ji sala 1950’î û vir ve biqewime.
El Niño ku bi germbûna ava Okyanûsa Pasîfîkê bi rêk û pêk rû dide, bandorê li pergala avhewayê li tevahiya cîhanê dike. Li Efrîkaya Başûr dibe sedema ziwatiyê, li hin herêmên Asyayê barana mûsonê dereng dixîne û li herêmên cuda dibe sedema barana bêrêk û pêk.

