Çarşem, 20 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Ji bo çareseriya mayinde pêwîstî bi gavên şênber ên cihê baweriyê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahattîn Cesûr ê piştî 30 salan hate berdan li Mûşê hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li dijî Şaredariya Beşîktaşê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mercan Gul: Dewlet dixwaze dîroka Elewiyan li gorî xwe ‘jinûve’ binivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Ûysal: Mafê Hêviyê nabe ku bê taloqkirin, divê Meclîs wêrek be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Sîpan Sîdar navê coş û moralê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Pêvajo bi ferzkirinên yekalî nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Laleş Çelîker ku piştî 30 salan hate berdan, bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran cenazeyê 2 girtiyên Kurd radestî malbatên wan nake

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê dîmenê mikurhatinê yê sîxurekî Îranê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîl a serberz xemla biharê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan û derdorên cihêreng ên Brezîlyayê piştgirî ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya kongreya TAJÊ: Komîn wê pergala me ya nû be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin herî zêde li mala xwe têne kuştin: Mekanîzmayeke pêşîgirtinê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemmedî ji nexweşxaneyê hat derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê: Em bibin dengê Werîşe Mûradî
Jin

Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê: Em bibin dengê Werîşe Mûradî

Eniya Jinê ya Başûrê Kurdistanê bang kir ku bibin dengê Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Bang li jinên cîhanê hate kirin ku ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Dewltea Îranê bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Nerazîbûnên dijî biryara darvekirinê her ku diçin zêde dibin.

Divê çarçoveyê de Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li her kesê kir ku dijî cezayê darvekirinê bibin dengê Werîşe Mûradî û rê nedin darvekirinan.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ ku berî du salan jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî zilma desthilata Îranê rabûn, jin bûn sembola serhildan û serdemeke mezin li cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn û Îranê. Pêşengtiya ku jinan bi wî ruhî têkoşîn kirin, bûn hêz û îrade ji bo hemû jinên cîhanê. Jinên şoreşger ên Kurd jî hem hêz dan vê serhildanê û pêşengtî jêre kirin. Yek ji wan jinan jî têkoşer û çalakvan Werîşe Muradî bi nasnav Ciwane Sine bû ku salên dirêj bêy westan ji bo hişyarkirin û azadiya jinan têkoşîn daye.

Di çarçoveya wan armanc û hêviyên ku ji bo azadiya jinan jiyana xwe jêre veqetandibû û pêşengtî jêre dikir de, di 31’ê Tîrmeha 2023’yan de ji aliyê hêzên Îtlaeta rejîma dagirker ya Îranê ve hat girtin. Lê hêvî û armancên Werîşe Muradî ya ji bo azadiya jinan di nava girtîgehê de hîn mezintir bû. Di girtîgehê de jî dest ji têkoşîna azadiyê berneda. Tevî zext û êşkenceyên derûnî û astengiya hevdîtina li gel malbat û parêzeran, lê Werîşe hertim hewl da dengê xwe û girtiyên din ên siyasî bigihîne civakê û dervey girtîgehê. Li gel girtiyên jin ên siyasî yên Kurd li dijî darvekirinê helwestek tûnd nîşanda û daxwaza rawestandina cezayên darvekirinê kir. Di roja cîhanî ya li dijî cezayê darvekirinê de di nameyekî ku ji civaka navdewletî û rêxistinên navneteweyî re şandibû, gotibû: “Ji bo gihandina rewşa niha û di heman demê de li dijî wan çewisandinên ku bi serê azadîxwazan de tên sepandin, ji bo demek nediyar dest bi greva birçûnê dikim. Ev çalakî ji bo rûbirûbûna li dijî kuştin û cezayê darvekirina ku bi salane ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê pêkanîne.

Mixabin di 10’ê Mijdarê de dadgeha rejîma Îranê cezayê darvekirinê li jina pêşeng û çalakvan Werîşe Mûradî birî. Bê ku danişîna dadgehê pêkbê û dema parastinê bi Werîşe Muradî û parêzeran bide biryar hate dayîn.

Diyare ev siyaseta darvekirinê ya Îranê bi armanca çavtirsandinê ye, lê me dît ku di salên borî de bi tirsandin û bêdengkirinê, êşkencekirin û darvekirinê ruhê têkoşînê ya ji bo azadiyê bêdeng nebû. Em weke jinên Başûrê Kurdistanê bang li hemû jinên cîhanê dikîn, çawa Werîşe Mûradî di girtîgehê de bû dengê hemû jinan, em jî bibin dengê Werîşe Mûradî û dijî cezayê darvekirinê dengê xwe bilind bikîn. Em çend bikarîn hemberî siyaseta darvekirinê dengê xwe bilind bikin, emê ew qas bikarin darvekirinan jî rawestînin. Pêwîste em hemû bi yek dengî hemberî darvekirina Werîşe Mûradî rawestîn.

Desthilatdarên rejîma Îranê bila baş bizanin ku eger zilm û zordariya li ser gel û jinan dewam bikin, wê dawiya xwe bînin. Em bang li desthilatdarên Îranê dikin dawî li vê siyaseta bênin û êdî zarokên vî gelî bi darvekirinan ne tirsînin. Herwiha bang li rêxistinên mafê mirov, hêzên demokratîk dikin ku hemberî vê darvekirinê xwedî helwest bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dêrê destdirêjiya li bêhtirî 100 zarok hatiye veşartin
Nûçeya Pişt re Operasyona Ewlehiya Domdar: 79 çete hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YJK-E’yê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî Gokay Akbulut da

YJK-E’yê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî siyasetmedar Gokay Akbulut da û got, “Ev…

Ji aliyê Stêrk TV

‘QSD û YPJˈê rûmeta me ye’

Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê piştgiriya xwe bi şervanên YPJ`ê û QSD`ê re anî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber ku kolan bê kontrol man, çete zede bûn

Li bajarên ku kolanên wê veguherîne navenda sûc, çeteyên bertîlê digirin, li mirovan dixin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Sîpan Sîdar navê coş û moralê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di doza mirina bi guman a jinekê de bersûc hemû hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ji bo çareseriya mayinde pêwîstî bi gavên şênber ên cihê baweriyê heye’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hollandayê ji bo ‘pîrhebokan’ amadekariya abîdeya neteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?