Pêncşem, 18 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê wesayita ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya: 22 birîndar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Binpêkirinên li girtîgehên Derya Reş: Gardiyanan girtî di bin baranê de hiştin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ilias Panchard: Ocalan ji bo Kurdan Mandela ye; bêyî azadiya wî çareserî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya polîsan vê carê li Mêrsînê rûda

    Ji aliyê Stêrk TV

    PE’yê rapora Tirkiyeyê qebûl kir: ‘Bi lez ber bi modela otorîter ve diçe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ferhat Dêrik û hevalên wî hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê li ser bombardûmana li Merîwanê û kiryarên şerê taybet daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Brezîlyayê verastkirina gihîştina kurtajê ji bo zarokên mexdûrên destdirêjiyê hat betalkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E’yê ji bo Festîvala Jinan a Zîlan banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Plaza de Mayo Lidia Almeida jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Salîha Aydenîz: Yên aştiyê dixwazin bila herin Îmraliyê
Rojane

Salîha Aydenîz: Yên aştiyê dixwazin bila herin Îmraliyê

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz bang li desthilatdariyê kir û got, “Eger hûn dixwazin îro bi gelê Kurd re aştiyê bikin, rêya vê li Îmralî ye. Keremkin herin Îmraliyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiyên protestoyî yên li dijî desteserkirina şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Dêrik ê Mêrdînê meşa bi meşaleyî hate lidarxistin. Girseya ku li ser banga DEM Partiyê li ser rêya Dêrik-Qoser li hev civiyan, bi pêxistina meşaleyan û dirûşmeyan dest bi meşê kirin. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji qeyûmê re na, rêz ji îradeyê re” hatin berzkirin û stran hatin gotin.

Meşa heta Qada Dêrikê dewam kir. Piştre ewil Hevşaredadr Devrîm demîr xîtabê gel kir. Devrîm Demîr diyar kirk u bi salan in tê xwestin berxwedana gel bitepisînin û gelê Kurd rûbirûyê êrîşên cuda têne hiştin. Demîr anî ziman ku 8 sal in bi qeyûman re polîtîkayeke taybet tê meşandin. Demîr bi lêv kir ku bi salan in gund û malên Kurdan têne şewitandin, lê ruxmê vê jî Kurd bi berxwedana xwe hatine asta xwerêvebirinê û wiha berdewam kir: “Em îradeya gelê xwe ne. Gelê me li pişt me ye, em li gel gelê xwe ne. Em polîtîkaya ku me înkar dike nas nakin. Em ê teqez nas jî nekin.”

‘GELÊ KURD DERS DIDE DESTHILATDARIYÊ’

Piştre Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz mafê axaftinê girt û anî ziman ku ew ê her tim li pişt îradeya xwe bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne 3 car hûn 300 car jî qeyûmê tayîn bikin, gelê Kurd wê kesên bi hilbijartinê diyar nebûnê nas nekin. Ji ber vê yekê dest ji vê polîtîkaya xwe berdin. We berê jî qeyûm tayîn kir. Gelê Kurd di sindoqan de bersiv da. Ji 2019’an ve gelê Kurd her carê dersa we da, we dîsa jî dersa xwe negirt. Îro di sala 2024’an de hûn dixwazin polîtîkaya xwe ya dijminatiyê bidomînin. Em dizanin; hûn teng bûne, hûn bêçare ne, em dizanin ku hûn dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin. Ev tengaviya ve Dewleta Komarê xistiye xeteriyê. Ev rê ne rê ye, ev rêya tasfiye yê ye, jiyana bi hev re tasfiye dike. Ev rê azadiyê ji holê radike. Em dizanin; hûn dixwazin bi nenaskirina îradeya gelê Kurd re darbeyê bikin. Tirkiye bi darbeyan re tê rêvebirin. Lewma êdî hûn bi xilasbûnê re rû bi rû ne. Îro hûn dixwazin li Rojhilata Navîn bibin xwedî rol. Lê divê hûn bizanibin ku girtina wê rolê ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derbas dibe. Eger hûn dixwazin li Rojhilata Navîn bibin xwediyê ciheke; hûn neçar in pirsgirêka Kurd bi rengekî demokratîk çareser bikin. Rêya vê jî Rêberê Gelê Kurd e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan muxatabê vê ye. Em vê bi awayekî eşkere dibêjin.”

Salîha Aydenîz diyar kir ku desthilatdarî ji aliyekî ve dibêje wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane çareser bikin, li aliyê din jî qeyûmê tayîn dike û vê rewşê weke “dirûtî” binav kir. Aydenîz destnîşan kir ku bi tiştên tên kirin re îradeya gelê Kurd nas nakin û bi vê yekê re tê xwestin li Tirkiyeyê demokrasiyê bi temamî tasfiye bikin û ev bang li desthilatdariyê kir, “Eger hûn dixwazin îro bi gelê Kurd re aştiyê bikin, rêya vê li Îmralî ye. Keremkin herin Îmraliyê.”

Piştî daxuyaniyê banga tevlîbûna mitînga “Demokrasî û Azadiyê” hat kirin ku wê 17’ê Mijdarê de li Êlihê bê lidarxistin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÊRDÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya îmzayan da destpêkirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Xweparastin misogeriya azadiyê ye’

Ji damezrînerên Mala Jinê ya li Amûdê Hamdiye Abdullah got, "Jineke bêyî xweparastinê nikare destketiyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Festîvala Çanda Kurd a li Marsîlyayê banga tevlîbûnê hate kirin

Beriya Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim a 5'emîn ku wê 21'ê Îlonê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Koma 7’an a ciwanên Başûrê Kurdistanê gihîşt Rojava

Di çarçoveya tevlêbûna seferberiya giştî û piştevaniya gelê Rojavayê de koma 7ˊan a ciwanên Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê wesayita ku karkerên çandiniyê tê de bûn wegeriya: 22 birîndar

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Binpêkirinên li girtîgehên Derya Reş: Gardiyanan girtî di bin baranê de hiştin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ilias Panchard: Ocalan ji bo Kurdan Mandela ye; bêyî azadiya wî çareserî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?