Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê 3 şervanên ku di encama teqîna wesayîta li bajarê Hesekê 11’ê Mijdarê de şehîd bûbûn, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya QSD’ê de hate gotin di 11’ê Mijdarê de li bajarê Hesekê di encama teqîna wesayîteke şervanên QSD’ê de Hogir Amed, Serkêş Riha û Hemze Serêkaniyê şehîd bûn.
QSD’ê di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên her sê şehîdan û tevahî malbatên şehîdan re xwest. QSD’ê diyar kir ku ew ê tola şehîdan ji sûcdar û kujeran hilînin û heta welatekî ewleh û aştiyane wê têkoşîna xwe bidomînin.
NASNAMEYA ŞEHÎDAN
Li gorî daxuyaniyê de agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Hogir Amed
Nav û paşnav: Muhamad Can
Navê dayikê: Sedriya
Navê bav: Şukrî
Cih û dîroka jidayikbûnê: Amed
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan
Nasnav: Serkêş Riha
Nav û paşnav: Mistefa Qaytan
Navê dayikê: Fatma
Navê bav: Muhamad
Cih û dîroka jidayikbûnê: Riha
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan
Nasnav: Hemze Serêkaniyê
Nav û paşnav: Muhemed Salih El Mihemed
Navê dayikê: Xalîse
Navê bav: Salih
Cih û dîroka jidayikbûnê: Serêkaniyê-2000
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê-11.11.2024ˋan.