Nobeda berxwedanê ya li dijî darbeya qeyûm a li navçeya Xelfetî ya Rihayê di roja 12’emîn de ye.
Girseya gel serê sibehê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bû ku dorpêçkirî ye û pankarta bi nivîsa “Ne qeyûm, lê demokrasî” li qada çalakiyê daliqand. Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ferît Şenyaşar û Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Her wiha endamên rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Cûrnê Reş, Eyyubiye, Xalîliye û Karakopruyê jî beşdarî nobedê bûn.
Berxwedana li ber avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî dewam dike.