Pêncşem, 8 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lijneya Giştî ya Meclisê bertek nîşanî êrîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê bes banga ‘’aramiyê’’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Meclîsê ya DEM Partiyê daxuyaniya têkildarî êrişên li Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li dijî Kurdên li Helebê li gelek bajaran hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk amade ye ku li dijî Kurdan piştgiriyê bide Şamê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo meşa ‘heqîqet û edaletê’ ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo bicihanîna Mutabaqata 10’ê Adarê divê hêzên siyasî hemû hewl bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ji bo Rojava û gelên Îranê dakevin qadan!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê li hemberî êrîşên li ser jin û gel ên li Helebê bêdeng nemînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî yên jin dest bi greva birçîbûnê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî: Tu hêz nikarevê pêvajoya dîrokî rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê danezana hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Jinan ne bi ruhî ne jî bi fikrî xwe teslîmî zihniyeta mêr nekirine’
Jin

‘Jinan ne bi ruhî ne jî bi fikrî xwe teslîmî zihniyeta mêr nekirine’

Endama KJAR'ê Rûken Nexede li ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî axivî û got, jin ji dîrokê û vir ve teslîmî serweriya mêr nebûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rûken Nexede bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî ji ANF’ê re axivî. Rûken Nexede nirxandineke bi vî rengî kir:

“Îro ku em di sedsala 21’an de ne, jin bi awayekî berfireh çalakiyan dikin, tên cem hev, rêxistineke giştî ya jinan ava bûye, li ser konfederalîzma jinan gotûbêjan dikin, li ser rêxistinkirina leşkerî ya jinan gotûbêjan dikin, li ser zanistê xwe rêxistin dikin. Êdî jin di sedsala 21’an de gihîştine asteke wisa ku em dikarin bi serbilindî bibêjin em berxwedana jinan, serhildana jinan û têkoşîna jinan pîroz dikin. Bi derketina Tevgera Apoyî re avabûna tevgera jinên şoreşger, artêşbûna jinan, zanista jinan ev hemû destkeft û xwedîderketin in li 25’ê Mijdarê.

FELSEFEYA RÊBER APO BÛYE RONAHIYEK

Di dîrokê de heta niha jinan ne bi ruh ne jî bi fikir xwe teslîmî wê zihniyetê nekirine û bi derketina Rêber Apo re êdî jinan şekl û rengekî din girtin û vegeriyan ser koka xwe ya rastîn ka çawa dikarin li hember wê zihniyetê şer bikin, têkoşînê bikin û di heman demê de xwe rêxistin bikin û jiyaneke azad û biwate ava bikin. Tevgera jinên Apoyî bi vî rengî xwe rêxistin kiriye û berdewam dike.

Rêber Apo sedsala 21’an wek sedsala wekheviya zayendan û sedsala şoreşa jinan û lûtkebûna pênase kiribû.  Em bi wan têkoşînên ku hatine kirin, serbilind in, bi zehmetî û bi dijwariyeke mezin hatine kirine, berdêlên mezin hatine dayîn, wekî Heval Roza, Heval Sara, Heval Şîrîn di zindanan de, heta roja îro li çiya û bajar û gundan berdewam e. Jinan serê xwe bilind kiriye û bi felsefeya Rêber Apo ji nav tariyê derketine, ji ber vê yekê îro em yekdengî û yekrengiya jinan dibînin.

EVÎNA RASTÎN A JIYANEKE AZAD

Rêber Apo kesayetiya jin û mêrê azad wisa ava kir ku em dikarin pênaseya wê di kesayetiya Heval Asya û Heval Rojger de, di çalakiya wan a fedayî de bibînin. Çalakiyeke ew qas mezin û xweşik e ku mirov nizane çawa pesnê wê bide, pir profesyonel, bi aheng, bi govenda azadiyê, bi dîsîplîn û evîneke mezin çûn nav dilê dijmin û çalakî kirin. Em dikarin evîna rastîn a jiyaneke azad di kesayetî û çalakiya hevalan de bibînin, ji ber vê yekê careke din em bejna xwe li hember wê çalakî û asta ramanê û azadiya hevalan ditewînin. Ji bo ku em xwedî li wan şehîdan derkevin, divê em xwe bigihînin asta kesayetiya wan û hemû jin divê xwedî li çalakiyê derkevin ku ji bo avakirina jiyaneke azad hat kirin.

HER KES XISTE NAVA LÊKOLÎNÊ

Bi şoreşa Jin Jiyan Azadiyê jinan ew îrade û hêza gel dît ku hatibû windakirin û di heman demê de lêpirsîneke bû ji bo jin û mêran, mifteyek bû ji bo pirsên ez kî me, ez çawa dijîm, ez ji bo çi û li ku derê dijîm, serdestî çi ye, tundûtijî çi ye. Şoreşa Jin Jiyan Azadiyê er kes xiste nav lêkolînê.

Hunermend xistin nav fikiran ka hunera wan xizmeta çi dike, mirovên zana bi heman şêweyî ketin nav lêkolînê ka zanist çi ye, zanist xizmeta çi dike, dewlet ew zanist çi qas xistiye xizmeta xwe, her kes xiste nav pirs û lêkolînê.

Malbat ketin nav pirs û lêkolînê ka wateya malbatê çi ye, kokên wê ji ku derê tên, xizmeta çi dike, rola jinan di nav jiyanê de çi ye, keç û kur rolekê wan a çawa heye, xwendekarek bi heman şêweyî dipirse ka min çawa xwend, ez çi hîn bûm, tiştê ku ez hîn bûme ji bo xizmetkirina jiyanê ye yan ez wek karmendekî baş perwerde dibim ji bo xizmetkirina sîstemê.

FELSEFEYA RÊBER APO LI KU DERÊ BE LI WÊ DERÊ GUHERÎN ÇÊDIBE

Felsefeya Rêber Apo li ku derê be li wê derê guherîn çêdibe. Rejîma Îranê êdî bê çare maye, henaseyên xwe yên dawîn dikişîne, rêbazek nemaye bi kar neaniye, qeyranek heye, zextek li ser civakê heye, li ser jin û ciwanan heye, bi qalibekî hişk li ser navê dîn zextê li ser civakê dimeşîne, lê êdî gel rûyê rastîn ê wê dewletê dît û bê tirs helwesta xwe datîne û têkoşîna xwe dike, dizanin ku dê şehîd bikevin lê têkoşîna xwe dikin û bê helwest namînin û xwe feda dikin ku şoreş bi ser bikeve û azadî qezenc bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aryen: Yekane çareya Rojhilata Navîn xweparastin e
Nûçeya Pişt re Êrîşa Îsraîlê: 11 mirî, 48 birîndar
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Firat: Pirsgirêkên Elewî û Kurd divê li ser zemîna demokratîk bêne çareserkirin

Celal Firat anî ziman ku komîsyona nû ji bo çareseriya daxwazên welatîbûna wekhev a civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Berîtan li Rojava, Sûriye û Lubnanê hate bîranîn

Yek ji pêşengên berxwedana jinên Kurd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêr Hafirê êrîş hate şikandin: 2 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrîşa çeteyan a li Dêr Hafirê. Di encamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di êrîşên li ser Helebê de navên 13 şehîd û 64 birîndaran hatin eşkere kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan êrîşî nexweşxaneyê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê sivîlek din jî hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ebdî: Em bi şêniyên xwe yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?