Hevpeymaniya Neda di derbarê cezayê darvekirinê ku dewleta Îranê li çalakvana mafên jinan Werîşe Muradî biriye, daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber jinên li Îranê li dijî zilm û zordestiya desthilatdariya Îranê radest nabin û helwest nîşandidin, ceza û tecrîd li ser wan tê ferzkirin.
Di dewamê de hatiye gotin: “Piştî serhildana jin jiyan azadî ya berî du salan li Îranê pêk hat û şûnde, nêzîkatiyên rejîma melayan li beramberî jinan hîn hovanetir bûne. Hemû sinor û pîvanên mirovahiyê derbaskirine, her tayek pora jinekê li bin perdeyê derkev dixin girtîgehan, her helwestek li dijî rejîma melayan bê nîşandan, bi cezayên herî giran ên weke darvekirinê tên cezakirin.”
Di beşek din a daxuyaniya Hevpeymaniya Neda de tê diyarkirin ku birîna cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî û ji beriya wê jî cezayê darvekirinê li 831 kesên din birîn a di yek salê de, tirs û encama siyaseta nerewa û hovîtiya rejîma Îranê eşkere dike. Her wiha hat diyarkirin ku Îran yek ji wan welatên ku herî zêde cezayê darvekirinê li jinan dibire ye.
Hevpeymaniya Neda bang li tevayî rêxistinên jinan, rêxistinên feminîst û mafên mirov ên li bakurê Efrîqa, Rojhilata Navîn û cîhanê kir ku piştgiriya xwe ji bo Werîşe Muradî nîşandin û li dijî zilma rejîma Îranê helwest nîşandin.