Şemî, 13 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di konferansê de ‘Pêşerojeke çawa?’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kurd hêmanê damezrîner in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li çar bajaran çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş Yavuz û Koçak bila bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Abdullah Ocalan divê azad bibe
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Abdullah Ocalan divê azad bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Weke DEM Partî em alîgirê aştiyeke bi rûmet in. Ji bo vê yekê divê tecrîda Îmraliyê demildest bê rakirin, Birêz Ocalan azad bibe.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya hefteya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de civîna koma xwe ya Meclîsê lidar xist.

Di civînê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, dayika Rojîn Kabaîş Aygul Kabaîş, malbatên girtiyên Doza Kobanê, nûnerên Komeleya Piştevaniya Erdhejê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Êlih Gulistan Sonuk, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram, parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn.

Tulay Hatîmogûllari ku bi silavkirina hemû jinên berxwedêr dest bi axaftina xwe kir. Piştre jî daneyên jinên di sala 2024’an de hatin qetilkirin parve kir. Tulay Hatîmoglûllari diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan pergala serdest a mêr e û wiha got: “Hejmara pergala serdest a mêr di 14 salên dawî de rêjeya herî zêde ya qetilkirina jinan nîşanî me dide. Rojîn Kabaîş bi guman jiyana xwe ji dest da. Li cihekî ku her roj jin lê tên qetilkirin kesek nikare ji me re bibêje ku mirina Rojînê ne bi guman e.

Li Dersimê ku ji her alî ve ji aliyê qereqolan ve hatiye dorpêçkirin, li cihê ku cerdevanan hema hema haya wan ji teyrê difire heye, Gulistan Doku winda bû û hêj ne diyare ku çi lê hatiye. Derbarê çarenûsa wê de hêj ti daxuyanî nehatiye dayîn. Em ê weke jin bi berdewamî bibêjin ‘Gulistan Doku li ku ye?’

Em naxwazin kesek din winda bikin. Em qebûl nakin ku kiryar bi awayekî gumanbar bên kuştin û windakirin û paşê jî di ferhengoka dewlet û mêr de bibêjin ‘întîxar kir’. Em ê li her derê, li her qadê xwe bi rêxistin bikin. “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî, bijî hevgirtina jinan.”

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser bêhiqûqiya qeyûm û ev tişt anî ziman: “Tayînkirina qeyûm tê wateya bi destê daraz û polîs darbeya siyasî ya li hemberî Gelê Kurd e. Qeyûm dijminê Gelê Kurd e. Dijminê jinê ye. Dijminê muxalîfan e. Her wiha êrîşa li hemberî pergala me ya hevserokatiyê ye. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin li Mêrdînê mafê jinan a JinKart hat betalkirin. Bernameyên ku ji bo 25’ê Mijdarê hatibûn organîzekirin hatin betalkirin. Qeyûm li Êlihê serê ewilî malpera ku bi kurdî xizmet dika betal kir. Digotin ‘Kurd xwişk-birayên me ne’ xwişk-biratî heta li vir e. Tehemûlê zimanê kurdî nakin. Her wiha Kreşa Beybûnê ya ku bi kurdî xizmetê dida hat girtin. Mêr tayînê Navenda Şêwrmendiyê ya Jinan kir. Li Xelfetiyê jî qeyûm, mêr tayînê Miduriyeta Polîtîkayên Jinan kir.  Çi dikin bila bikin lê jin dê her bêjin ‘Pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e’ û em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin.”

Tulay Hatîmogûllari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên budçeyê û xizankirina gel û wiha axivî: “Hikûmet di budçeya navendî de newekheviya civakî dubare dike. Bi awayekî ku gel, kedkar, jin û ciwan hema bêje li ber çavên wan nayên dîtin, budçeyekê amade dikin. Mixabin di peyva zayend de jî di wan amadekariyên budçeyê de cih nagire. Binêrin, para her jinekê di budçeya 2025’an de 139,3 TL ye. Bifikirin ka em ê çiqas ji vê xerc bikin, em ê çiqas ji vê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Êdî li Tirkiyeyê ji bo parastina jinan a li hemberî şîdetê stargeh nayên çêkirin. Êdî hewcedariyên stargehan di rojeva Tirkiyeyê de nîne. Di sala 2018’an de hejmara stargehan 110 bûn heta niha tenê 2 stargeh lê zêdekirine. Hejmar bûye 112. Îktîdar berpirsê xizaniya kûr e.”

Tulay Hatîmogûllari, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kampanyayê Meclîsa Jinan û wiha pê de çû: “Kampanyaya ‘Em di jiyana wekhev û azad de bi isar in û xwe birêxistin dikin’ ya partiya me ye. Her wiha bi ‘Hevdîtinên Nan û Edaletê’ em çûn gelek cihên Tirkiyeyê. Kî vî welatî îdare dike? Ma ne hikûmeta AKP-MHP’ê ye? Ma hûn ji vê xizaniyê ne berpirsiyar in? Ma hûn difikirin ku hûn ê ji erk û berpirsiyariya rûbirûbûna vê yekê, plansazkirina dema cîbicîkirina budceya 2025’an û çêkirina budçeyê ji bo feqîran rizgar bibin? Hûn nikarin ji destê xizanan rizgar bibin. Hûn nikarin ji hêrsa dayika ku nikare qedehek şîr bide zarokê xwe xilas bibin. Binêrin, di bûyera ku me rojên borî li Îzmîrê jiyan kir de 5 zarok şewitîn. Pênc zarok! Ev hikûmet weke ku tu berpirsyariya wê tune be axivî. Wek nûçeyeke magazîn di çapemeniyê de hat dîtin. Dil û wijdanê wan ziwa bûye.”

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku li vî welatî û herêmê pirsgirêka Kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dubare dikim, binxêz dikim: Ji kesên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, ez careke din binxêz bikim: Li vî welatî û herêmê pirsgirêka kurd heye. Di nîqaşên van rojên dawî de me di her firsendê de li ser vê mijarê gotina xwe anî ziman. Li vir ez careke din tekez dikim: Em wek DEM Partî alîgirê aştiyeke bi rûmet a li ser bingehên demokratîk in. Ji bo vê jî divê demildest tecrîda Îmraliyê bê rakirin. Divê Birêz Ocalan azad bibe.  

Polîtîkaya nakokiyê bi salan tê ceribandin, lê pûç e, nikarin bi ser bikevin. Yên ku dibêjin DEM Partî ne alîgirê çareseriyê ye, derewan dikin. Ev îftira li me ye. Hûn bi vê hewldana lihevnekirinê çi armanc dikin? Tu ji bo kê dipeyivî, gotinên kê dinivîsî? Ti kes nikare me, Partiya DEM’ê, ji bo xitimandinê sûcdar bike. Gelê Tirkiyeyê ji van teorî û nêzîkatiyên komployê bêzar bûye.

Em li hundir, li Tirkiyeyê li çareseriyê digerin. Em çareseriyê li Enqere û Amedê dibînin. Em çareseriyê di hawîrdoreke wekhev, adil û demokratîk û jiyana hevpar de dibînin. Em di muzakereya demokratîk de dibînin û em dibêjin cihê muzakereyê parlamento ye. Me jinan bi destên xwe tovên aştiyê li axên xweş ên Anatoliya û Mezopotamyayê çand. Em bi biryar in ku tovên aştiyê bi destên xwe av bidin û aştî wek darên şîn û rengîn li axên Anatolya û Mezopotamyayê şîn bibin.

Tulay Hatîmogûllari axaftina xwe wiha domand:  

“Binêrin, ger em li mala xwe rûnin û yek bi yek li çareseriyan bigerin, ji xwe bawer bin ku em bi ser nakevin. Ger em hemû bi hev re têkoşîneke bi bandor bimeşînin, ji bo jinan bi taybetî di bin banê meclîsê de bi hev re bicivin, tevî cudahiyên xwe em dikarin bi ser bikevin. Binêrin me çi bi dest xistiye! Bi saya têkoşîna hevpar a jinan me di 9’emîn Pakêta Dadweriyê de gotara paşnavê jinan vekişand. Di salên dawî de di serdema desthilatdariya otorîter a AKP’ê de, mûxalefetê hema bêje ti made ji holê ranebû. Ger çend xal hatin vekişandin, bawer bin, jinan bi têkoşîna xwe ev yek bi dest xist. Ji Trabzonê heta Amedê, ji Îzmîrê heta Edeneyê em dikarin encamên têkoşîna hevpar û bi biryar a jinan li her derê bibînin.

Helbet ev têr nake jinên delal. Jin piştî zewacê jî bi awayekî defakto ji bikaranîna paşnavê xwe re tên astengkirin. Em careke din destnîşan dikin ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê şopandin. Em ê ti carî vê yekê li pey xwe nehêlin. Heta ev biryar bê dayîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Jinên delal, werin em xewnekê bibînin, em bi hev re xewnekê bijîn. Werin em di her astê de xewna Tirkiyeyê bibînin. Di hemû astan de pergala hevserokatiyê heye. Werin em bi hev re bifikirin ku di rêveberiyên herêmî de şaredariyên jinan, dezgehên jinan û navendên têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan hene. Werin em bi hev re xeyal bikin ku em budçeyek hestiyar a zayendî çêkin. Werin em bifikirin ku me Wezareta Jinê ava kir; Werin em bifikirin ku em bi hev re guhertin û veguhertineke mezin a civakî bi taybetî di meclîsê de çêbikin da ku jin bi bandortir beşdarî siyasetê bibin. Werin em bifikirin ku polîtîkayên aborî yên adil li vî welatî tevdigerin, ku kes birçî namîne, ku kes nikare xwedan stargehek adil be bêyî ku xema dayîna fatûreyan, qertên krediyê an kirê bike. Bila hemû bifikirin ku em di nav aştî û aramiyê de dijîn.

Me jinên li her derê Tirkiye û Kurdistanê ji bo daketina kolan û qadan dest bi amadekariyên xwe kirin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşmeya “Em di Jiyana Azad û Wekhev de israr dikin, Di Berxwedana Serhildana li Dijî Şîdeta Mêr-Dewletê de Em li kêleka hev in” dakevin qadan.

Di 25’ê Mijdarê de em ê li seranserê Tirkiyeyê bi hev re ji bo ked, nasname û bedena xwe biqîrin. Û em ê bibêjin, destên xwe yên bi xwîn ji laşê me bikşînin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li dijî xizaniya jinan, bêkarî, îstîsmara kedê, şer, şîdeta mêr-dewlet û desthilatdariya mêtînger li qadan bin û em ê serhildana xwe mezin bikin.

Em ê bi hêvî û îradeyê meşa xwe bidomînin ku li van xakan aştiya bi rûmet ava bibe. Bê îstîsna em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Werin em dengê xwe bilind bikin. Divê tu jin bi tenê nemîne. Werin em bi hev re bimeşin, em bi hev re bimeşin da ku em ji hev re bibin hêz, em ji hev hêzê bigirin. Em bi hev re xurt in. Jin, Jiyan, Azadî !”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Taloqkirina tehliyeyan hate protestokirin
Nûçeya Pişt re Gelek kesan serdana şîna gerîlayên HPG’ê Bayar û Bozkûrt kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TAJÊ: dixwazin senaryoya Efrînê li ser Şengalê jî pêk bînin!

TAJÊ dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û got, “Dixwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

PJAK’ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê

Komîteya Tenduristiyê ya PJAK'ê piştgirî da karmendên tenduristiyê yên Îranê û bang li rêxistin, sazî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 13’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di konferansê de ‘Pêşerojeke çawa?’ hate nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Kurd hêmanê damezrîner in’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Veysî Aktaş: Entegrasyona demokratîk ji bo Tirkiyeyê derfetekî dîrokî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Tenêtiya Sedsalî: Nijadperestî, Bîr û Dubendiya Civakî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?