Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dadgeriya Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê dan, diyar kirin ku di 6’ê Mijdarê de li muwekilê wan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtinê ya nû hatiye birîn. Der barê sedema qedexeyê de agahî ji parêzeran re nehat dayîn.
Îtîraza biryarê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê ve hat redkirin. Parêzer dê li dijî biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.