Çarşem, 25 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çîçek: Em qala aştiyeke bi rûmet dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyan hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobet di roja 9’an de ye: Bi rewşa giran a li girtîgehan aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li dijî tundiyê li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgeha Şêwirmendiyê biryara têkildarî Ekrem Imamoglu pejirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ‘1001 îmzeyên ji bo aştî û komara demokratîk’ deklarasyona ji 4 xalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê êriş bir ser Pênciwênê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran: Divê rayeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên qelskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewlêr û Koye hate bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK û YNK: Destkeftiyên Herêmê xeta me ya sor e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê meşa 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê serlêdanên ji ber tundiyê ji sedî 36 zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodar û Stavropolê çalakiyên jinên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya Giştî ya YPJ’ê: Parastina jinan wezîfeya me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Qeyûm dest datînin ser mafên jinan’
Jin

‘Qeyûm dest datînin ser mafên jinan’

Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin, mafên jinan desteser dikin û şaredariyan dikin cihê rantê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Piştî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate kirin, destpêkê xizmetên ji bo jinan ji holê hatin rakirin. Ji platforma ‘Jin bi hev re xurt in’ (KBG) Kubra Derîn têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘QEYÛM QADA JIYANÊ LI JINAN TENG DIKIN’

Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm qada jiyanê li jinan teng dikin, hewl didin hebûna jinê jê bibin û got, “Qeyûm bi krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê mafên jinan desteser dikin. Şaredariyan ji cihê jin û gel dûr dixînin û kirin cihê ranta hêzên xurt û vediguherînin amûreke serweriyê. Kreş, navendên piştevaniya jinê, bazarên jinan û cihên kombûna jinan ji holê têne rakirin.

Qeyûm zimanê dayikê yê jinan tine dihesibînin; saziyên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li jinê hatine avakirin bêkêr dikin an jî digirin. Li şaredariyan qadên ku jin lê dixebitin rêveberên mêr têne tayînkirin û bi vî rengî hebûna jinê ji holê tê tinekirin.”

‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE DERBÊ LI HEVSEROKATIYÊ BIXE KU DESTKETIYA HERÎ MEZIN A JINAN E’

Kubra Derîn destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya qeyûman dixwaze derbê li sîstema hevserokatiyê bixe ku destketiya herî mezin a jinê ye û got, “Desthilatdariay AKP-MHP’ê bi vî rengî dixwaze kiryarên xwe yên faşîzan xurt bike. Bi derba ku li sîstema hevserokatiyê bixe, dixwaze mafê gotinê yê jinê jê bistîne, jinê ji qada siyasî û cemaweriyê dûr bixîne û di nava malbatê de asê bike.”

‘DIVÊ EM BIBIN DENG Û HÊZA HEV’

Kubra Derîn destnîşan kir ku li dijî qeyûm divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û got, weke jinên Tirkiyeyî bi jinên Kurd re wê bibin dengê hev. Kubra Derîn got, “Hevşaredar Gulistan Sonuk li Êlihê di hilbijartinên xwecihî de ji hevrikê xwe yê ji HUDA-PAR’ê ji sedî 50 zêdetir deng wergirtibû û bi ser ketibû. Qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel û jinê ye. Em siyaset û kiryarên ku me ji qada siyasetê û cemaweriyê dûr dixînin qebûl nakin. Qeyûm qadên me yên jiyanê teng dike; li Êlihê jî jiyana jinan a li derveyî malê teng dike. Ji bo daxwaz û zimanê jinê têk bibe gaveke bi zanebûn hatiye avêtin.

Em vî mejiyê ku mafên me tine dihesibîne baş nas dikin. Ji bo rabûna li ber qeyûman em li qadan bûn, em ê li qadan bin. Ev êrîş ne tenê li hemberî Êlih, Mêrdîn, Xelfetî, Esenyûrtê ne; li dijî hemû jinan û LGBTİ+ têne kirin. Li dijî van êrîşan divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin; em ê bibin dengê hev û bibin hêza hev.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîgdem Dogû: Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em xwe diparêzin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 22’Ê MIJDARA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzeran tecrîda Îmraliyê û AYM’ê protesto kirin

Bi sedan parêzerên ji Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, li pêşiya AYM’ê li hev civiyan,…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed bi coş hat pêşwazîkirin: Em ê ji bo xizmetê saziyên xwe xurt bikin

Parêzgerê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed ku ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin, ev…

Ji aliyê Stêrk TV

124 nivîskar û wêjevanan bi nameyekê xatir ji Onder xwestin

124 nivîskar û wêjevanan bi hêviya 'Aştiyeke wekhev û mayinde' ji Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Silêmaniyê li dijî qetilkirinên jinan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Xelkê Mexmûrê li dijî tundiya li ser jinan meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Werîşe Muradî: Bi ti polîtîkayê nikarin îradeya me bişkînin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mîtînga 25’ê Mijdarê li Kobanê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?