Çarşem, 26 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 26’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Sait Yildirim krîza dil derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Hewildanên hinek aliyan, li dijî min komploye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başakşehîrê ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Sancaktepe di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKB û FEDA: Werin em li dijî êrîşa li ser karkerên Kurd li ba hev bisekinin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Roja 2’an a taziyeya li Wanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên şehîdan: Têkoşîna wan hêz û hêvî da me

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatan piştî 9 salan gora zarokên xwe yên hatine texrîbkirin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sersaxiya li Geverê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê li pey şopa şehîdan bimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê taziye: Bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA GEL salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir
Kurdistan

KONGRA GEL salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir û ji bo sala 47'an a têkoşînê jî serketin xwest.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserkoatiyê ya KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Cejna Partiyê ya 46’emîn a PKK’ê pîroz be” û di serî de ji Rêber Apo re, ji hemû endamên PKK û PAJK’ê yên li çiyê, zindanan, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji malbatên şehîdan, ji gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn re peyama pîrozbahiyê şand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Şehîdên me yên partiyê ku xwediyê esasî yê destketiyan hemûyan e ku bi berdêlên mezin û lehengiyê hatin afirandin, bi vê wesîleyê bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku armancên wan pêk bînin. PKK mîlada azadiyê ya Kurdistanê ye. Beriya PKK’ê hemû serhildan têk çûn, hêvî şikestibû û rastiyeke gelê Kurd hebû ku teslîm hatibû girtin û di gora ‘Kurdistana xeyalî li vir veşartî ye’ hatibû nîşandan. Bi Têkoşîna Azadiyê ya mezin a PKK’ê re pêşî li qirkirina Kurdan hate girtin.

‘PKK MÎLADA BÛYÎNA KURDÊN AZAD E’

PKK berhemê Rêber Apo ye. Jinûve bûyîna gelekî ku hemû hebûna xwe jê hatibû standin, destana vejîna jiyana azad e. Ji ber vê yekê PKK mîlada bûyîna Kurdên azad e. PKK’ê dîroka Kurdistanê bi ser xwe ve anî ku ji aliyê sîstema mêtinger qirker ve hatibû berevajîkirin. Bi berxwedana xwe ku xwe dispêre hêza xwe, kir ku gel bi xwe bawer be. Bi pêşengiya gerîlayên HPG û YJA Starê şoreşa civaka demokratîk afirand ku xwe dispêre azadiya jinê.

‘RÊBER APO TÊKOŞÎNA AZADIYÊ NAVNETEWEYÎ KIR’

Hêzên serwer ên ku pêşketinên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê li herêmê afirand li hemberî xwe metirsîdar dîtin, bi plana komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo re xwestin pêşî li vê pêvajoyê bigirin. Hêzên hegemon ên navneteweyî texmîn dikirin ku bi ragirtina Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve li zindana Îmraliyê wê karibin encamê bi dest bixin. Lê belê hêzên hegemon di vê mijarê de xwe gelekî şaş kirin. Rêber Apo li hemberî komploya navneteweyî ya ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo dewamkirina plana qirkirina Kurdan a sed salî pêk anîn, bi paradîgmaya neteweya demokratîk a alternatîf têkoşîna jiyana azad navneteweyî kir û planên sîstema serwer têk bir. Rêber Apo ku tinebûna li Îmraliyê lê dihate ferzkirin, bi rêya Manîfestoya Azadiyê li tevahiya cîhanê belav bû û ji mirovahiya pêşverû re bû hêvî, Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd a di bin qirkirinê de bû li çar aliyên cîhanê belav kir.

‘SÎSTEMA DEWLETA TIRK HAT ASTA RIZANDINÊ’

Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li cîhanê belav bû û di serî de jin û ciwan, hemû derdorên li azadiyê digerin xwedî lê derketin. Di vê pêvajoyê de ku em salvegera 46’emîn a damezrandina PKK’ê pêşwazî dikin, li çar aliyên cîhanê pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ya ku ji aliyê dostên Rêber Apo ve hate destpêkirin, kete sala duyemîn. Ev pêngav wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tacîdar bibe. Polîtîkaya îmha û înkarê ya sed salî ji her alî ve sîstema dewleta Tirk anî asta rizandin û hilweşînê. Sîstema dewleta faşîst mêtinger, qirker û yekperest; bi polîtîkayên xwe yên berjewendiyan û nakokiyên herêmî û navneteweyî nema dikare dewam bike.

‘BÛYERÊN LI ROJHILATA NAVÎN DESTHILATDARIYA AKP-MHP TIRSAND’

Doktrîna şer a ku rejîma dewleta faşîst ji bo têkbirina têkoşîna azadiyê di nava deh salên dawî de bi teknîkê meşand, bi doktrîna şer a alternatîf a gerîla bê encam hate hiştin. Ji ber vê eykê jî dewlet di polîtîkayên xwe yên şer de xitimî. Sîstema faşîst di nava krîza aborî û hilweşînê de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê bi polîtîkayên şerê taybet dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike. Krîza mezin a di nava Tirkiyeyê de, li derve jî hilweşîna giran û mirinên girseyî yên ji ber Şerê Cîhanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn qewimîn, hikumeta AKP-MHP’ê tirsand. Ji ber ku plana têkbirinê jî ji aliyê gerîla û gelê me ve hatiye têkbirin, vê carê bi planên nû yên bi fen û xefikan li ser bingeha pûçkirina muxalefetê dixwaze pêvajoyê kontrol bike.

‘WÊ NIKARIBIN HILWEŞÎNA XWE RAWESTÎNIN’

Plan plana dewleta kûr e. Planeke şer e ku bi hevkariya Kurdên birayê wan û hevkarê wan HUDA-PAR, PDK, ENKS dixwaze li her qadê li dijî Têkoşîna Azadiyê bixe meriyetê. Bi qeyûman û êrîşên cuda dixwazin zemîna siyasî ava bikin. Amadekariyên êrîşê li ser Rojava hene. Armanca planê ew e ku eger karibin Kurdên azad tine bikin, yan jî asteng bikin û pêşî li Kurdên xayin û noker vekin. Plana aştiyê ya Devlet Bahçelî bi vî rengî ye. Planên xwe yên heta niha çawa bê encam hate hiştin, ev plana dawî jî wê aqûbeta xwe bi heman rengî be. Lê belê ev ê bibe plana wan a dawî. Hem faşîzma AKP-MHP hem jî siyaseta Kurd ên noker çi dikin bila bikin wê nikaribin hilweşîna xwe rawestînin.

‘DI SALA 47’AN A TÊKOŞÎNÊ DE GAVÊN MEZIN DIKARIN BÊNE AVÊTIN’

Ji aliYê têkoşîna me ve di sala 47’an a têkoşînê ya PKK’ê de ji her alî ve gavên mezin dikarin bêne avêtin. Di vê pêvajoyê de ji bo pêşxistina pêngava azadiyê ya ji aliyê dostên me ve hatî destpêkirin, em ê bi hemû hêza xwe berê xwe bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya têkçûna polîtîkayên qirkinê yên li dijî gelê Kurd û destpêkirina pêvajoya çareserîyeke demokratîk. Ji ber vê yekê em ê li hemû qadan li gorî pîvanên neteweya demokratîk bi avakirina civakî û bi şertê pêkanîna paradîgmaya azadiyê pêşxistina pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas bigirin.  Girêdayî vê yekê em careke din Cêjna Partiyê ya 46’emîn a PKK’ê di serî de li Rêber Apo, hevrêyên xwe yên li çiya, zindan, li hemû qadan li ber xwe didin, gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn  û hevrêyên xwe yên enternasyonal pîroz dikin û di sala 47’an a Têkoşînê de serketinê dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re KJK: Sala têkoşînê ya 47’an wê serketinên mezin bi xwe re bîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Dêrikê: Em ê Rojava ku bi xwîna me hat avakirin, biparêzin

Li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê, jinên ku di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de…

Ji aliyê Stêrk TV

Wênesazî rastiya jiyanê derdixe holê

Şîfa Yusif diyar kir ku ew bi rêya çêkirina wêneyan, hestên xwe vedibêje û rastiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên li Îmraliyê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mazlûm Ebdî: Pêvajoya entegrasyonê ya hêzên QSD‘ê temam bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandarê YPJ’ê Newroz Ehmed li Şamê bi Ehmed Şara re li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV

Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

UNICEF: Li Efganistanê milyonek zarok bi xetereya mirinê rû bi rû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?