Şewata ku li Taxa Madran Dagi Kavşit a navçeya Çine ya Aydinê 30’ê Tîrmehê destpê kir, di roja 3’yan de hîna didome. Sewalên li Kavşit, Mutaflar, Dutluoluk û Tatarmemişler hatin tehliyekirin û anîn Bazara Canli Hayvan a Çineyê. Hin malên li Taxa Kavşit ji ber şewatê zirar dîtin û beşekî Taxa Mutaflar û Taxa Dutluoluk hatin tehliyekirin.
Li aliyê din şewata daristanê ya ku duh li navçeya Susurluk a Balikesîrê destpê kir, hîna didome. Şewat li qada 400 û 450 hektarê bi bandor bû.
Li Taxa Kumgedik a navçeya Gomeç a Balikesîrê roja beriya wê, derdora saet 14.00’an şewat derket û bi bandora bayê re belav bû. Şewata daristanê ya gihiştî sînorên Ayvalik û navçeya Bergama ya Îzmîrê jî hate kontrolkirin.

