Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Yekîneya Parastina Gel (YPG) şehîd Dilşêr Bakur (Mehmûd Qeqtaş) ku di 21’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe bû li gundê Şêxler ê li rojavayê Kobanê şehîd bû û cenazeyê şervanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Şahîn Îsmaîl (Şahîn Elî Îsmaîl) ku di 19’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe bû li Kobanê şehîd bû, li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê veşartin.
Dost, heval û malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Yek ji endamên Rêveberiya Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmaîl Îsmaîl Mehmûd sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.
Îsmaîl anî ziman ku divê gel xwedî li kesayeta şehîdên xwe derkevin û wiha axaftina xwe dom kir: “Şehîd Dilşêr dema ku ji bo Kobanê seferberî har îlankirin berê xwe da Kobanê, di wê berxwedaniyê de cihê xwe girt. Em ji malbata şehîd Dilşêr re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me rêya heqîqetê ne, rêya rast in. Divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û rêya têkoşînê wan bilindtir bikin.”
Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl jî axivî û wiha got: “Em di kesayeta her du şehîdan de bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Her du şehîdan li kêleka jiyana xwe ya malbatî jiyaneke din ji xwe re dan avakirin. Divê em rêya şehîdan heta dawiyê bişopînin.”
Li ser navê malbata şehîd Şahîn Îsmaîl Cemal Hisên jî wiha axivî: “Şehîd Şahîn bê navber her tim di nava têkoşînê de bû. Her tim li pey rêya rastiyê de bû. Şehîd Şahîn her tim li kêleka hevalên xwe bû û bi hevalên xwe re kêlî bi kêlî têkoşîn kir.”
Piştî axaftinan, wesîqeya her du şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata wan hete kirin.
Piştre cenazeyên her du şehîdan bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin” hatin veşartin.