Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina fîlan, di cara 1026’an a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Hayrettîn Eren pirsîn ku 21’ê Mijdara 1980’an li Derbaseka Haşîm Îşcan a Saraçhanê hat binçavkirin û car din agahî jê nehate wergirtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê xizma Hayrettîn Eren Senetay Yarici ve hate xwendin.
Piştî daxuyaniyê xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren axivî û got, “Mehmet Agar dema Hayrettîn Eren winda bû, alîkarê midûrê şaxê bû û got, ‘Eger ez kerpîçek bikişînim, wê her kes bikeve binê wê’. Kerpîçê bikişîne û kî di binê wê de dimine bila bimîne. Ger Mehmet Agar azad digere, ez ê ji vê qanûnê bawer nakim. Hiqûq ji bo Eren û windahiyên me yên din tu carî kar nekir. Em ê bi kîjan qanûn û kîjan edaletê bawer bin? Em ê ji bo Hayrettîn Eren û windahiyên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”