Duşem, 18 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tezkereyên têkildarî Bayindir û Ozel ji Komîsyona Têkel re hate şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên meha Gulanê li Mîçurinskê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Totonac ê Meksîkayê bang li Konseya Ewropayê kir: Azadiya Ocalan misoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo meseleya Kurd statu û garantiya qanûnî şert e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arzû Yilmaz: Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li zanîngehan bi rêya êrişên faşîst, têkoşîna sosyalîst hedef tê girtin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya 3’yemîn a TAJÊ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendekarên wargeha Mexmûrê karnameyên xwe wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Meha Gulanê meha fedayiyên azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera PJAK û Partiya Komunîst a Kurdistan de hevdîtin pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara nû ya kovara Xwebûnê bi mijara ‘sosyalîzmê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolînera Misrî Ferînaz Etiya peyama piştgirtiyê ji bo YPJ’ê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nameyên nivîsî cezayê girtîgehê li Werîşe Muradî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Curnê Reşê Komaleya Ziman û Çanda Kurdî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DYE’yê berpirsê Hîzbûllaha Iraqê girt
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li kolanên Ewropayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Jin

Li kolanên Ewropayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda

Li Fransa, Swîsre û Elmanyayê bi hezaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê ya 25'ê Mijdarê hatin ba hev û bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" kolan hejandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi beşdariya hezaran jinan meşeke mezin hat lidarxistin. Rêxistinên jinan ên Fransa jî piştgirî dan meşa bi pêşengiya Komeleya Jinên Kurd Arîn Mîrkan.

 

Meş ji Kolana Canebîere destpê kir heta Qesra Edaletê berdewam kir. Di tevahiya meşê de jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” tundiya li ser jinê şermezar kirin.

Di axaftinên ku ji aliyê berdevkên kolektîfên jinan ve hatin kirin de hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinê nayê qebûlkirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê zext û tundiya li ser jinên Kurd bi dawî bibe û xwestin berpirsyarên tundiyê bên darizandin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Non à la şideta faite aux femmes! (Ji tundiya li ser jinan re na!)”, “Stop à l’impunité, justice pour les femmes! (Dawî li bêcezakirinê bînin, ji jinan ere edalet!) “Une femme libre, une société forte! (Jina azad, civaka bi hêz)”

û “Égalité, respect, dignité pour toutes! (Ji her kesî re wekhevî, rêzdarî û rûmet!)” hatin berzkirin.

REIMS

 

Li bajarê Reims ê Fransayê jî meşa 25’ê Mijdarê hat lidarxistin.

Di çalakiya bi pêşengiya 17 saziyan hat lidarxistin de Komuna Jinên Kurd a Xwebûn pankarta “Şerê we xwîna me ye” hilgirt.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.

Di çalakiyê de Tevgera Jinên Ewropayê hat xwendin û bi gerandina govendê bi dawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê li ser tundî û cudakariya li ser jinan konferansek gel hat lidarxistin.

Konferans bi pêşengiya Ligue Suisse Des Droits de l’Homme (Liga Mafên Mirovan a Swîsreyê), rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan pêk hat. Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, parêzvanê mafên mirovan parêzer Gulseren Yolerî jî beşdarî konferansa bû.

Gulseren Yolerî di konferansê de wiha axivî: “Di sala 2022’yan de li cîhanê 99 hezar jin hatin qetilkirin. Ji her 4 jinan yek ji aliyê ferdekî malbatê ve tê qetilkirin. Şer û xizanî di tundî û cudakariya li ser jinan de cihekî girîng digire. Di şeran de herî zêde jin û zarok tên qetilkirin û mexdûr dibin. Li dijî her cure tundî û şer têkoşîn pêwîst e.”

Gulseren Yoleri jî ev agahî parve kir:

“Tirkiye li gorî daneyên TUÎK’ê di nava welatên OECD’ê de di warê tundiya li dijî jinan de bi rêjeya ji sedî 38 a qetilkirina jinan yekemîn e. Her wiha jin ji sedî 36 rastî tundiya fîzîkî, ji sedî 44’ê tundiya psîkolojîk û ji sedî 11’ê tundiya zayendî tê.

Li gorî daxuyaniya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, li Tirkiyeyê di sala 2021’an de 471, di sala 2023’yan de 582, di deh mehên ewil ên sala 2024’an de jî 357 jin hatin qetilkirin. Ji jinên di sala 2024’an de hatine qetilkirin 198 bi çekan û 77 jî bi amûrên birînê hatine qetilkirin. Temenê jinên hatine qetilkirin 35 salî ne.

Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran li jinan tên kirin. Lêgerînên tazî, kamerayên di tuwalet û serşokê de, tacîz û destdirêjî pêk tên.

Li girtîgehan ji bo paqijî û xwarinê pêwîstiya jinan bi pereyan heye. Girtî van tiştan bi pereyan dikirin. Ji bo feqîran gihandina wê zehmet e. Ev yek ji bo girtiyên edlî dijwartir e. Ji bo vê jî bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû dimînin.

Betalkirina Peymana Stenbolê û Qanûna bi hejmara 6284’an tê wateya ku jin bi temamî teslîmî tundiyê bibin.

Di vê salê de êrîşa herî girîng a li Kurdistanê polîtîkaya qeyûm ya destê desthilatdariya AKP-MHP’ê pêk hatin. Qeyûm li dijî jinan û destkeftiyên jinan e. Qebûl nakin ku nîvê civakê jin nûnertiya wan bike. Ev êrîş li dijî hevserokatî û saziyên jinan tê kirin.

Li Tirkiyeyê tevgereke xurt a jin û femînîst heye. Jin ji bo pêşeroja xwe û serketinê bi hêvî ne.”

DUSSELDORF

 

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bi pêşengiya YJK-E’yê meş hat lidarxistin.
Jin li pêşiya îstasyona navendî ya trênê ya Dusseldorfê li hev kom bûn û pankart û dovîzên li dijî kuştina jinan tînin ziman hilgirtin.
Li ser navê rêxistinên cuda yên jinan daxuyanî hatin dayîn û piştre bi sedan jinan dest bi meşê kir.
Ji xeynî jinên Kurd, ji gelek neteweyan jin beşdarî meşê bûn û li kolanên Dusseldorfê dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin.
Piştî meşê li pêş Dadgeha Dusseldorfê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Piştî daxuyanî û agahdarkirina bi Elmanî, li ser navê YJK-E’yê Ayten Kaplan axivî: “Pergala heyî şirîkê qirkirina jinan e û civak jî bi bêdengiya xwe, bi heman awayî dibin şirîkê vê rewşê. Ev qirkirin, bi awayekî giştî di bin siya civak, şer û sîstemê de berdewam dike. Lê mixabin kes naxwaze vê yekê bibîne. Li şûna berxwedanê, hişmendiyeke ku vê yekê qebûl dike li dar e. Pêwîste ev rewş bê dîtin û qadên azadiya jinan gelek muhîm e.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

FRANKFURT

 

Jinan bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê daketin qadan.

Meşa ku bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) hat organîzekirin, ji Willy Brandt Platzê dest pê kir û bi mitînga li Sud-Bahnhofê bi dawî bû.

Di çalakiyê de pankartên “Şerê we xwîna me ye” û “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêzin” hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên jinên hatine qetilkirin bi findan hatin ronîkirin. Nûnerên Women Defend Rojava û yên Jin Jiyan Azadî Bundnisve ADKH (Tevgera Demokratîk a Jinên Ewropayê) beşdarî çalakiyê bûn û di domahiya meşê de peyama TJK-E’yê (Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê) hat xwendin.

BERN

 

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî li paytexta Swîsre Bernê bi beşdariya hezaran jinan meş û mîtîngek hat lidarxistin. Bi hezaran jin li ser banga Partiya Sosyalîst a Swîsre (SP), Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, 16 Tage gegen gewalt an Frauen (Tora 16 rojan a tundiya li ser jinan) a ku ji 250 sazî û tevgeran pêk tê, li qada Schutzenmatte li hev kom bûn û heta ber bi Meclisa Federal a Swîsreyê ve meşiyan. Jinên Kurd ên beşdarî çalakiyê bûn bi dirûşm û dîmenên xwe bal kişandin ser xwe.

Jinên ku Qada Schutzenmatte tije kiribûn, tevî hewaya sar heta Bundestagê meşiyan. Piştî axaftinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî (Frauen Leben Freiheit) dest bi meşê kirin. Bi hezaran kes heta qada li ber Meclîsa Federal meşiyan û piştre li vir mîtîngek li dar xistin. 

Kurdistaniyan wêneyên Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn hilgirtin.

Aktîvîsta YJK-S’ê Ozen Aytaç li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku yek ji bangawaziyên çalakiyê ye, daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend. 

Di daxuyaniyê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Em hemû jinên ku di têkoşîna xwe ya azadî û edaletê de hatine qetilkirin û li dijî kuştina jinan derketin bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê bibin dengê wan. Pêla qirkirina jinan a ku li Tirkiye û parçeyên din ên Kurdistanê berdewam dike. Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de nêzî 300 jin hatin qetilkirin. Dewleta ku diviyabû parastinê wan bikira li der û dorê nebû.

Weke jinên Kurd, li her derê Kurdistanê û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rastî tundiyê tên. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, çalakvanên Kurd rastî zext, êşkence û cezayê darvekirinê tên. Tevgera Azadiyê ya Kurd vê tundiyê weke parçeyekî bingehîn ê pergala baviksalarî qebûl dike û banga veguhertineke kûr a civakî li ser esasê azadî, wekhevî û azadiya jinê dike.

Lezgîniya vê veguherînê îro nîşanî me dide ku çalakvana Kurd Werîşe Muradî li Îranê bi darvekirinê re hatiye mehkûmkirin. Ji bo ku jinên xwedî li azadiya jinê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin, divê em bi lezgînî bi hev re tevbigerin. Di vê çarçoveyê de tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ derket holê ku ji bo pêşerojeke bê zordestiya baviksalarî û kapîtalîst têdikoşe û jin xistiye navenda berxwedanê. Em bi Jin Jiyan Azadî xwe diparêzin. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ne tenê banga berxwedanê ye, di heman demê de nîşaneya zelal a ku jinên cîhanê di têkoşîna xwe de yek in û li dijî zilma pergala baviksalarî û kapîtalîst li ber xwe didin.

Tevger û felsefeya azadiya Kurd hêviyê dide cîhanê. Rêxistinbûn û têkoşîna jinê ya ji bo wekheviya zayendî, bi felsefeya Rêber APO, rê nîşanî me dide ku em li seranserê cîhanê li dijî tundiya baviksalarî û mêtingeriya kapîtalîst bi ser bikevin. Dem hatiye ku em weke jin di her astê de xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe bilind bikin û mafê xwe yê jiyana azad biparêzin. 

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PKK: Em ji her demê bêhtir nêzî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne
Nûçeya Pişt re Li Stenbolê çalakiya li dijî desteserkirinê: Em ê mafên xwe bi dest bixin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rêwîtiya ber bi herêma berxwedanê ya Sergelê

Li wir berxwedan, li wir dengê bombeyan û li wir rastiya jiyanê heye. Û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 3 bajaran lêgerîna edaletê berdewam kir

Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li Amed, Êlih û Colemêrgê lêgerîna edaletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tezkereyên têkildarî Bayindir û Ozel ji Komîsyona Têkel re hate şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Amnesty: Li 17 welatan 2 hezar û 707 kes hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Selahedîn Saleyî: Mifteya çareseriyê tenê Îmrali ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Sîxurê ku destê wî di şehadeta Simko Kobanê de heye, hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?