Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di serlêdana YNK û Nifşê Nû de dadgehê biryar da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Stenbolê çalakiya li dijî desteserkirinê: Em ê mafên xwe bi dest bixin
Rojane

Li Stenbolê çalakiya li dijî desteserkirinê: Em ê mafên xwe bi dest bixin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê destserkirina şaredariyên Dersîm û Pulurê şermezar kirin û gotin, "Heta ku em şaredariyên hatine destserkirin bi dest bixin, em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê, li Qada Beyoglu-Şişhane şermezar kir. Di çalakiyê de pankarta “Rejîma qeyûman derbeya li vîna gel e. Rawestînin” hat hilgirtin û dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Dersimê” hatin berzkirin.
Gelek kes, nûnerên gelek partî û dezgehên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû daxuyanî xwend. Arslanoglû bal kişand ser têkçûna AKP-MHP’ê ya di hilbijartinê û plana desteserkirina şaredariyan û got, ” Rejîma qeyûman berî her tiştî derbeya li vîna hilbijêran e. Rejîma qeyûman tê wateya rawestandina demokrasî û hiqûqê. Weke Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê em rejîma qeyûm a ku ji aliyê desthilatê ve hatiye ferzkirin qebûl nakin. Em ê ji têkoşîna xwe ya li dijî derbeya qeyûman  paşve gav navêjin. Heta em bi ser bikevin em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘GELÊ DERSÎMÊ WÊ BERXWEDANA BIDOMÎNE’

Piştre Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş axivî. Meral Daniş Beştaş diyar kir ku kesên ku qeyûm tayîn kirine nikarin bibin nûnerên gel û got, “Gelê Dersîmê ji Seyît Riza û vir ve xwe ji berxwedan û têkoşînê dûr nexistiye û wê berxwedana xwe bidomîne. Dersîm dîsa li ber xwe dide û dibêje ‘hûn nikarin hevşaredaran ji kar derxînin’. Li tevahiya Tirkiyeyê gel li dijî darbeya qeyûman li ber xwe dide.”

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê yê Stenbolê Mehmet Aslan jî got, “Yê ku bi hilbijartinê hatine, divê bi hilbijartinê biçin. Divê her kes vîna gel nas bike. Em ji qeyûman re dibêjin na.”

Parlamenterê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan jî got, “Eger welatekî tiştekî ku hûn bidin kedkaran nemabe, hûn ê mafên demokratîk ên wî gelî bin pê bikin. Desthilata qesrê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomîne pişta xwe bi qeyûman ve girêdaye. Yên ku vîna gelê Kurd nas nakin hûn in. Yên ku xwişk û biratiya gelan xera dikin hûn in.”

‘BERXWEDANA ME WÊ BÊNAVBER BIDOME’

Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî diyar kir ku berxwedana li dijî qeyûman mafekî rewa ye û got, “Berxwedana li Dersim, Pulur, Êlih, Mêrdîn, Esenyûrt û Colemêrgê wê bênavber bidomin. Desthilat hemû mafên vî welatî desteser dike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Hemû derfetan ji şer û tundiyê re vediqetîne. Ev darbekar hewl didin ku mafê dengdanê û hilbijartinê  destser bikin. Em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li ber xwe bidin.” 

‘EM Ê SIBÊ BIÇIN DERSÎMÊ’

Serokê Federasyona Komeleyên Dersîmê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr jî diyar kir ku gelê Dersimê li dijî destserkirina vînê berxwedaneke mezin nîşan da û wiha got: “Gelê Dersimê vê yekê baş dizane; di 12’ê Îlonê de Waliyê Dersimê şaredartî kir û îro jî heman zîhniyet didome. Gelê Dersimê gelê bi rûmet e û li ber xwe dide. Em ê sibê saet di 17.00 de piştî daxuyaniya xwe ya li Kadikoyê ber bi Dersimê ve bi rê bikevin. Silav ji gelê Dersimê re.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li kolanên Ewropayê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ deng veda
Nûçeya Pişt re Walîtiya dagirkeriyê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rûsyayê bi 600 drone û 90 fuzeyan êrîşî Ûkraynayê kir

Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de li Ûkraynayê herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Cizîrê bi sedan kesên beriya 10 salan hatine qetilkirin, hatin bîranîn

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sedan kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Îrfan Cûdî: Hevalê Şivan nirxekî mezin ê gelê û partiya me bû

Ji fermandarên HPG'ê Îrfan Cûdî endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Fermandariyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogullari bi ciwanan re civiya: Em neçar in xwe birêxistin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wanê Konferansa Serhedê: Ciwanan banga rêxistinbûnê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Leyla Guven: Em di qonaxa jinûve avakirina Komara Demokratîk de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Seyîd Riza û hevalên wî hatin bîranîn: Bila cihên gorên wan bên eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?