Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PAJK: PKK hêvî û îradeya jina azad û gelê Kurd e
Kurdistan

PAJK: PKK hêvî û îradeya jina azad û gelê Kurd e

PAJK’ê salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê silav kir û got, “Têkoşîn û berxwedana PKK’ê ku li hember siyasetên faşîzane yên dewleta Tirk bi ser ketiye, berfireh û belav bûye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyeke nivîskî weşand û Cejna Vejînê li her kesî pîroz kir.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê bi vî rengî ye:

“Bi coş û heyecaneke mezin em salvegera 47. ya damezirandina PKK pêşwazî dikin, bi vê boneyê em vê rojê li Rêber Apo ku di encama kedeke mezin de PKK ava kir û mîmarê PKK’ê ye, pîroz dikin. Di şexsê rêhevalên pêşeng ku di salên destpêkê yê damezrandina PKK’ê de cih girtin weke heval Hakî Karer, Sakîne Cansiz, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan de em hemû şehîdên ku di avakirina PKK’ê de kedeke mezin dane û di pêşketina têkoşînê de jî bi lehengî û qehremanî têkoşiyane, salvegera damezrandina PKK’ê li şehîdan pîroz dikin. Salvegera damezrandina PKK’ê li tevayî jinên têkoşer û şoreşger ku ji bo azadiyeke bi rûmet li her derê di nava çeperên têkoşînê de ne, li gelê me yê bi PKK’ê re rabû ser piyan û heta roja îro li ber xwe dide, li dayikên şehîd û gerîlayan pîroz dikin.

PKK’ê heta niha li dijî siyaseta înkar û tunekirinê têkoşîneke bênavber û bêeman meşand û bi îrade û sekna roja destpêkê gihîştiye vê astê. PKK nasname, hêvî û îradeya jina azad û gelê Kurd e. PKK wê her hebe, ji ber PKK fikir û felsefeya jina azad û civaka azad e. Îro li her derê cîhanê ruhê PKK xwe bi govde dike û bi milyonan mirov bûne PKK.

Têkoşîna PKK’ê ku li hember siyasetên ‘faşîzane’ yên dewleta Tirk bi ser ketiye, berfireh û belav bûye. PKK’ê di oxira piştgiriya wijdanî û exlaqî de bo berxwedana gelan fedakariyên mezin nîşan dane.

Ragihandina damezrandina PKK’ê di pêvajoyeke xeternak û girîng de pêk hat. Di wê pêvajoyê de pêwîstiyeke mezin a rêveberiyeke fikrî û îdeolojîk hebû ku bikare civakê ji qirkirinê û asîmîlasyona çandî û nîştimanî û ji qirêjiyên siyaseta faşîzane ya dewleta Tirk rizgar bike. Rêveberiya rasteqîn bingeh û pîvanên zanistî yên avakirina şoreşa rizgariyê ya civakî, nîştimanî û demokratîk a li gorî azadîxwaziya jinê û bi derfetên kêm danîn. Ev yek piştî lêkolînên analîtîk û stratejîk ên dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan tevî komeke hevalên îdeolojîk û fikrî kirine, pêk hat.

Mîlada partiyê mîna bersiva tolhildanê û dîrokî li hember dewleta Tirk a faşîst û dagirker bû. Her wiha destpêka berbangeke nû ya ber bi avakirina pêvajoya veguhertina neteweyî ya mezin bû ku hêvî û baweriya navbera beşên civaka Kurdistanê ji nû ve vegerand. Ev gav veguherî şoreşa rizgariya gelê Kurd û Kurdistanê ya bi pêşengiya jin û ciwanan. Şoreşa ku rêya berxwedan û têkoşîna zehmet ber bi azadiyê ve ji xwe re hilbijart û ji ber bandora destanên lehengiyê yên endam û rêveberên partiyê li girtîgehan, çiya û bajaran ji bo parastina nirxên çandî, polîtîk û civakî li dijî faşîst û dagirkerên Tirk raber kiriye, îradeya gelên azadîxwaz ên herêmê û cîhanê temsîl kir.

Dîroka PKK’ê bi bûyeran dagirtî ye. PKK ji ber komployên herêmî û navneteweyî yên li djiî felsefeya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rû bi rûyê gelek astengî û zehmetiyan ma. Heta roja me ya îro jî dewleta Tirk a faşîst şerekî xwîndar li dijî îradeya gelê Kurd li her deverê dimeşîne, rojane komkujiyan pêk tîne, hemû cureyên çekan û di nav de yên kîmyewî bi kar tîne. Ev hovîtî wekî bersiva hemleyên cîhanî yên piştevaniya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, pîrozbahiyên gelan ên bi boneya mîlada partiyê, tê meşandin.

PKK li Rojhilata Navîn û dinyayê di warê geşkirina têkoşîna neteweya demokratîk de roleke pêşeng lîst. Xeta sêyemîn a ku li Rojhilata Navîn hemû gel qala wê dikin, li hemberî êrişên paşverû yên hegemonyayê û herêmî, li hemberî êrîşên faşîst û qirker ên dewleta Tirk, bi berxwedanê xwe îfade dike. PKK bi xeta azadiya jinan, xeta polîtîk û pergala rêxistinî ya ku hiş û dilê jinan ji xwe re dike esas, bandorê li ser hemû rêxistinên çepgir, ekolojîk, azadîxwaz ên dinyayê dike û pêşengtiyê ji wan re dike. Di sala 47’an de jî PKK ji her demê zêdetir nêzî civaka azad a Kurdistan û Rojhilata Navîn, netewebûna demokratîk û azadiya jinan bûye.

PKK weke lêgerînera rastiyê, partiya rûmeta mirovahiyê ye. Weke tevgera herî şoreşger, dînamîk û veguherîner a sedsala 21’ê ji her demê bêhtir bûye hêviya rizgariyê ji gelên Rojhilata Navîn re. PKK bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, ji bo tevahiya mirovahiyê çavkaniya sûdwergirtinê ye. PKK li dijî rêxistiniyên dewletperestiya netewe, neteweperestiyê, bi mejiyê neteweya demokratîk temsîla çareseriya aştiyane û jiyana demokratîk dike. PKK bi nêrîna xwe ya sosyalist û azadiya jin li dijî mejî û çanda baviksalariyê tevgereke azadiyê ya herî bi îdîa ye. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, partiya me PKK yekane hêz e ku modernîteya demokratîk bi rêxistin kiriye. Em sala têkoşînê ya 47’an a PKK’ê bi daxwaz, biryardarî û coşeke mezin pêşwazî dikin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker dijminê hemû nirxên civakî ye û temsîla hegemonyaya hemû cihanê û modernîteya kapîtalîst dike. Heta ku li ser vê xeta faşîst a yekreng raweste, bi çetebûnê, mafyabûnê û kirine bin xizmeta xwe dibe weke ûrekî kansêrê û hemû civakê nexweş dike. PKK a ku bi têkoşîna xwe ya gerdûnî dema xwe ya herî xurt dijî, di vê demê de ku desthilata faşîst herî xurt e, berxwedan daye ber xwe û gavekê jî ji têkoşînê dûr nemaye.

Nexasim jî têkoşîna ku gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiya wê dikin di pêvajoya berxwedanê de pişt li AKP-MHP’ê şikandine. Derbên ku gerîlayên YJA Starê li artêşa Tirk a faşîst dane artêşa Tirk şehît kirine. Hostatiya taktîk ku derketiye yek ji pêvajoya mînaka dîrokî daniye holê.

Têkoşîn û berxwedana PKK`ê ku li hember siyasetên faşîzane yên dewleta Tirk bi ser ketiye, berfireh û belav bûye. Ev yek encama îrade û israra parastina rewa ya bi rêbazên berxwedanê yên hemdem e. PKK’ê di oxira piştgiriya exlaqî û wijdanî ya berxwedana gelan mîna Şengal, Mexmûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û seranserê Kurdistanê de fedakariyên mezin nîşan da. Tevgera me ya azadiyê ku bi artêşa xwe ya şehîdan re her kêliyê wate û nirxê lê zêde dike, bi pêşengiya jinê û têkoşîna jinê bingeha pergala mêtingeriyê dihejîne. Bi vê boneyê em di şexsê milîtana pêşeng a PKK-PAJK’ê û endama Meclîsa Fermandariya YJA-Starê hevrê Medya Egîd -ku yek ji mînakên herî xurt ên vê rastiyê ye, hemû rêhevalên ku di xeta fedayî û di israra serkeftinê de bi berxwedanî û biryardariya jiyana azad li berxwe didin silav dikin.

Em dîroka PKK’ê ya tijî lehengî û qehremanî silav dikin û helwestên wê yên azadî û mirovî pîroz dibînin. Em gelê Kurd û tevahî pêkhateyên din, hemû azadîxwaz, demokratên cîhanê ku piştgiriyê didin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, silav dikin.

Em bang li hemû hêzên azadîxwaz, demokrasîxwaz û siyasî yên Kurdistanî, Ereb, cîhanî û aktîvîteyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, yên çandî û hiqûqî dikin ku tevlî hemleyên piştevaniyê bibin. Ev hemle hêz û îradeya civakan ber bi yekkirina hewldanên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, tesmîl dike. Her wiha garantiya yekane ya çareseriyên guncaw di vê pêvajoya zehmet a li herêmê û cîhanê ye.”

https://pajk.org/pkk-nasname-hevi-u-iradeya-jina-azad-u-gele-kurd-e/ 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Walîtiya dagirkeriyê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qedexe kir
Nûçeya Pişt re ‘25’ê Mijdarê ji bo me wê bibe roja têkoşînê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinan li Îdirê agirê Newrozê vêxistin

Jinan li Îdirê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbata ji Kobanê ku hatibû revandin, hat berdan

Piştî çend rojan ji fikar, bendewariyê û dayîna pereyan, koma çekdar a ku malbata Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi fuzeyê li baregeha Bamernê hate xistin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li dijî baregeha Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Trump cardin gef li Îranê xwar: ‘An lihevkirin an jî êrîşeke nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Pentagonê wezîfeyeke nû da Elon Musk: Wê şerê siberojê plan bike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Talîban: Di êrişên hewayî yên Pakistanê de zarok jî di nav de 9 sivîl mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Em ti carî keda şehîdên xwe ji bîr nakin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?