Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê de, li bajarê Graz ê Awûstûryayê meş û mîtîng hate lidarxistin. Li ser banga hevpar a Tevgera Jinên Kurd û saziyên jinan ên li bajêr, mîtîng hate lidarxistin. Gelek jin beşdarî mîtîngê bûn. Jinên ku li Lendplatzê hatin ba hev, bê navber dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî tundî û newekheviyê, berxwedanê bidomînin. Hat xwestin ku polîtîkayên ku jinan li dijî tundiyên biparêzin, bên pêşxistin. Meş li yek ji cadeyên qelebalix a Grazê derbas bû û li navenda bajêr bi dawî bû.