Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bakurrojavayê Sûriyeyê hêzên Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr el Şam şerê kirin. Hate ragihandin ku 52 jê çete, 37 jê leşkerên Şamê bi giştî 89 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî heman çavkaniyê 5 leşkerên Şamê dîl hatin girtin û gelek wesayitên zirxî û çekên giran ketin destê çeteyan.
Li gorî SOHR’ê, çete ber bi bejahiya rojhilatê Helebê ve bi pêş ve çûne û nêzî rêya berê ya Heleb-Idlibê bûne. Tê gotin, çete bi qasî 10 kîlometreyan dûrî Helebê ne û tenê çend kîlometreyan dûrî Nibul û Zehra ne.
Di 12 saetên destpêkê yên şer de çeteyên Heyet Tehrîr el Şam 21 gund û nuqteyên stratejîk bi dest xistin. Tê gotin, Alaya 46’an, Orm el Kubra, Encara, Orm el Suxra, Şêx Eqîl, Bala, Acil, Uwêcil, Hote, Til, Deba, Kargeha Ziêtirî, Hêrdirkil, Qubtan el Cebel, Selom, Cumiyet el Meerî, Cumiyet el Seidiye, Qasimiye, Keferbisên, Hor, Eznar û Beserton di nava van nuqteyên stratejîk de ne.
Hêzên hikumeta Şamê bi sedan obus avêtin herêmên şer lê giran e. Her wiha balafirên şer ên Şam û Rûsyayê jî 26 caran êrîşên hewayî pêk anîn.