Milîsên Jinên Agir û Rojê (MJAR) ragihand ku di dema pîrozbahiyên 27’ê Mijdarê de li Colemêrg û Geverê wan bi hêzên dagirker re şer kirine.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku polîsên êrîşkar, ji aliyê milîsên jin û ciwanên welatparêz ve bi teqemenî û fîşekên hewayî hatine têkbirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin, “Şeva 27’ê Mijdarê li taxên Baglar û Sumbulê yên Colemêrgê, salvegera 46’an a PKK’ê hate pîrozkirin. Piştî şahiyê bi fîşekên hewayî li dijmin hate xistin.
Şeva heman rojê, yekîneyên me li Gungoren, Mezarlik, Esentepe, Yeşîldere, Cûmhûriyet û yenî mahaleyê yên li Geverê, bi rengekî hemwext bi fîşekên hewayî 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Di derdora saet 23.00’an de li hemberî qereqola li taxa Esentepe, ala PKK’ê hate daliqandin û li ser dîwar ‘PKK têk naçe’ û ‘PKK’ hate nivîsandin. Dijmin tehemûlê çalakiyên pîrozbahiyê nekir, bi wesayîtên zirxî berê xwe da taxan û bi gaza bîberê û ava bi tazyik êrîş kir. Li dijî vê yekê yekîneyên me li taxê amade bûn. Yekîneyên me û ciwanên welatparêz bi hev re bi fîşekên hewayî û EYP’ê li dijmin xistin. Li dijî êrîşa ku di derdora saet 23.30’an destpê kirî de, yekîneyên me û ciwanên welatparêz heta saet 02.00’ê di nava çalakiyê de bûn. Di encama çalakiyê de; bi fîşekên hewayî û EYP’ê li dijmin hate xistin, dijmin di derdora saet 02.00’an de neçar ma ku xwe vekişîne. Yekîneyên me û ciwanên welatparêz bersiva dijmin dan û piştre bi Sirûda Çerxa Şoreşê û gerandina govendê, çalakiya xwe bi dawî kirin.”