Hat ragihandin ku komên çeteyan êrîş li ser Kantona Efrîn-Şehbayê dane destpêkirin û gel jî li dijî van êrîşan li ber xwe dide. Di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser gundewarên kantona Efrînê de kesek bi navê Ciwan Mihemef Elî yê 26 salî, birîndar bû.
Êrîşên çeteyan li gundê Şerwarqa ya navçeya Şera pêk hat û li wir hêzên gel bersiv dan êrîşan. Her wiha li gundê Hezwan û Xirbet Şealê jî êrîş pêk hatin, gel bersiva êrîşan dan.
Her wiha gundê Hirbilê jî tê bombebarankirin.