Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatiyê bi navê Idrîs Karsazî (47) yê xelkê bajarê Şino ku di meha Hezîrana îsal de hatibû binçavkirin û hatiye girtin.
Heman daxuyaniyê de hate gotin ku di meha Îlona îsal de, Dadgeha Şoreş ya Şino bi tometa ‘endamtî û alîkariya bi hizbên muxalefetê yên dijî Îranê re’ 3 sal ceza li Idrîs Karsazî hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye hêzên Îranê bêyî fermana dadgeh, di Hezîrana îsal de bi ser mala Idrîs Karsazî ya li Şino de girtibûn û ew binçav kiribûn.