Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyvên Kurdî yên ku cara yekem ketin girtekên Meclisê dîsa hatin jêbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara destpêkê gotinên Kurdî ket nava girtekên meclîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Bila mafê hêviyê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balafira kargoyê ya leşkerî ya Tirk li Gurcistanê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziya Şehîd Şervan Şoreş hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê serdana karkerên di berxwedanê de kir: Ev ne qeza ye komkujî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek li dijî derbasbûna kujer bo girtîgeha vekirî: “Ev sîstem hevkarê sûc e”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredara Cizîrê ya berê Berivan Kutlu jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de rêbazên berxwedanê hatin vegotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Em ê dadweriya karkerên jin ên hatine qetilkirin biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên jin çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Jinên li ser rêya koçberiyê: Berxwedana li dijî zilmê!
Rojava

Jinên li ser rêya koçberiyê: Berxwedana li dijî zilmê!

Fatma Naso, Fadîle Reşo û Mûh Derwîş ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man çend caran koç bikin, bal kişandin ser êş û zilma ji ber şer.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dagirkeriya ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên 27’ê Mijdarê li ser Helebê destpê kirin, li Til Rifet û Şehbayê belav bû. Gelê ku sala 2018’an ji ber êrîşên heman hêzan neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike, vê carê di 2’ê Kanûnê de neçar ma ku ji nû ve koç bike. Gelê koçber ê gihîşt Reqayê ji ANF’ê re axivî.

NEÇAR MA 3 CARAN KOÇ BIKE

Fatma Naso ku ji ber êrîşên çeteyên Cephet El Nûsra yên li ser Helebê neçar ma ji Helebê koçî Efrînê bike, sala 2018’an piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike. Fatma Naso ku li dû berxwedana ji 58 rojan cara duyemîn koçber bû, bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê re yên 27’ê Mijdarê li ser Helebê destpê kir, ji ber dagirkeriya li Til Rifet û Şehbayê belav bû 2’ê Kanûnê neçar ma ji Şehbayê jî koç bike.

Fatma Nas ku bi vî rengî neçar ma sê caran koç bike got, “Ji krîza Sûriyeyê û vir ve em li ser rêya koçberiyê ne. Ji Helebê ber bi Efrînê, ji Efrînê ber bi Şehbayê bi vî rengî em neçar man ji cihê lê ji dayik bûn koç bikin. Me got, bêhn hate ber me, lê dîsa em li serî vegeriyan. Bilêvkirina gotina koçkirinê hêsan e, lê belê êşa ku em dikişînin tenê em pê zanin. Tenê em zanin bê li ser vê rêyê êşên çawa dikişînin.”

JI EFRÎNÊ BER BI ŞEHBAYÊ, NIHA JÎ NEÇAR MAN KOÇÎ REQAYÊ BIKIN

Fadîle Reşo ku li Efrînê ji dayik bû û mezin bû, beriya dagirkirina Efrînê li taxa Mehmûdiyeyê dima. Fadîl Reşo piştî dagirkeriyê neçar ma koçî Şehbayê bike, lê niha cara duyemîn ji neçarî koç kir. Fadîle Reşo qala zehmetiyên piştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê kir, “Li Efrînê pergaleke me ya jiyanê hebû. Xanî, zeviyên me, dikanên me hebûn. Rewşa me ya madî gelekî baş bû. Em bi ked, hewldana xwe hatin vê astê. Lê belê bi balafirên şer jin, zarok, extiyar, mirovên me qetil kirin. Elektrîk û ava me birîn; em tî û birçî hiştin. Piştre jî neçar man em koçî Şehbayê bikin.”

‘EGER EV NE ZILM BE, HINGÎ ÇI YE?’

Fadîl Reşo ragihand ku sala 2018’an dema koçî Şehbayê kirin wan zor û zehmetiyên mezin kişandin û got, “Me bi destê xwe Şehba kirin mîna bihuştekê. Ji tinebûnê afirandin. Şeş sal demeke kurt nîne. Di nava vê demê de rojên me yên giran jî hebûn, yên bedew jî hebûn. Xwe ranegirtin ku em li Şehbayê jiyaneke asayî bijîn. Êrîşên giran hatin kirin, sivîl kirin hedef. Xwestin komkujiyê bikin. Niha em careke din li ser rêya koçberiyê ne. Em niha li Reqayê ne.

Ji malbata min her yek li cihekî belav bû. Hinek li Tebqayê ma, hinek li Reqayê, hinek jî hîn di rê de ne. Ji hinekan ti agahî nîne. Gelo ev zilm nebe hingî çi ye? Ev zilm tenê ji ber ku em Kurd in tê serê me. Ma mafê Kurdan nîne ku li ser cih û warê xwe bimînin? Gelo tenê zilm û komkujî dibe para gelê Kurd? Zarok û extiyar ji sermayê hindik maye biqefilin.”

‘EM Ê HETA KENGÎ ÊŞÊ BIKIŞÎNIN?

Mûh Derwîş ku piştî dagirkirina Efrînê neçar ma koçî Til Rifetê bike got, “Êrîşên dagirkeriyê ti carî nesekinîbûn. Em çûn ku derê êrîşî wê derê kirin. Bi armanca qetilkirina gelê me hatibûn. Em li komkujiyeke mezin rast hatin. Heta em ji Şehbayê gihîştin Reqayê di her çend metreyî de çeteyek hebû. Hewl didan me bitirsînin. Heta em gihîştin Reqayê jî me êşên mezin kişand. Me nizanîbûn bê çi bikin.

Me rewşa li pêşiya xwe texmîn dikir; ne cara destpêkê bû ku em koçber dibûn, lê belê em mirov in, gelo heta kengî em ê êşê bikişînin? Heta ku em ji nava çeteyan derbasî qadên ewle bûn em gelekî tirsiyan. Ji ber ku mirovên nexweş, zarok li gel me hebûn. Dibe ku me karîbûya xwe biparasta, lê belê em bi derdê mirovên xwe yên nexweş û zarokên xwe ketibûn.”

‘EM Ê BI BERXWEDANÊ DAWÎ LI VÊ ZILMÊ BÎNIN’

Mûh Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi vê zilmê wê nikaribin bi ser bikevin û got, “Jin, extiyar, zarok bi êş û zilmeke mezin re rû bi rû man. Gelo çi gunehê mirovên extiyar û zarokan heye? Em bi êşa dagirkirina Efrînê bûn, lê careke din dagirkerî bi serê me de hat. Kîjan mirov dikare xwe li vê yekê rabigire? Sûcê van mirovên bêguneh çi bû? Gelo bi qasî gelê Kurd gelekî însanî heye? Ji bilî parastina mafê xwe, me çi kir? Zêdeyî 8 sal in ev êrîşên dagirkeriyê dewam dikin. Em ji Efrînê, ji Şehbayê derxistin. Ev gel vê zilmê heq nake. Em ê vê yekê qebûl nekin. Heta ku mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ji holê rake. Dixwaze qetil bike, qir bike. Lê belê gelê Kurd li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê ti carî serî netewand, wê serî netewîne. Gelê Kurd navê xwe bi berxwedanê li dîrokê nivîsand. Gelê Kurd ji bilî mafê xwe tiştekî din naxwaze. Ji bo metirsiyê ji ser hebûna xwe rake têdikoşe û bi gelan re di nava yekîtî û hevgirtinê de dijî. Gelê Kurd ê berxwedêr wê bi ser bikeve. Baweriya me xurt e. Em ê bi berxwedanê dawî li vê zilmê bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li sê bajaran banga piştevaniya bi Rojava re hate kirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 5’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li girtîgehên Alanya û Edeneyê êşkence zêde bû

Li girtîgehên Alanya û Edeneyê berdana girtiyan tê astengkirin, girtî di nava şert û mercên…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêyên ku diçin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hîna girtîne: Astegkirin û gef zêde dibin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girtina 2 rêyên sereke yên ber bi taxên Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

MKG û DFG: Gûrbetellî Ersoz bû dengê berxwedana jinê û wijdanê çapemeniya azad

Komeleya Rojnagerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

HRW: Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di dadweriyê de şefafî û berfirehî nîşan nade

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojavayê Siwêdayê bi çekên giran tê topbarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê bihayên înterneta mobîl bû du qat: Gel banga boykotê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan kesek qetil kir û yek jî birîndar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?