Duşem, 22 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Pêdiviya pêvajoyê bi qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer îstifa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgul Sakî: Modela ‘Keleh Ewropa’ bi pakta nû re temam dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk de banga siyaseta demokratîk hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê zimanxane bi coşeke mezin hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 Kurdên ji Îlamê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rêveberiya Xweser: Em ji diyalogê re amade ne
Rojava

Rêveberiya Xweser: Em ji diyalogê re amade ne

Rêveberiya Xweser piştî hilweşandina rejîma Şamê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo avakirina pêvajoya nû ew amade ne bi her kesî re diyalogê bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî mijarê li ber avahiya rêveberiyê ya li Reqayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat dayîn. 

Hevseroka Meclisa Rêveber Evîn Siwêd daxuyaniya bi Kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di serî de em rûxandina rejîma zalim a Sûriyeyê li hemû gelê Sûriyeyê pîroz dikin û  gelê me yê ku di oxira azadî û wekheviyê de tişta herî giranbuha da, silav dikin. Piştî 14 salan ji têkoşîn û pevçûnan, rejîma Sûriyeyê ya zalim bi hemû sazî û artêşa xwe ve, hate hilweşandin. Vê rejîmê nasnameyên neteweyî û çandî yên pêkhateyên Sûriyeyê paşguh dikir, siyaseta binpêkirinê li dijî hêza demokratîk dimeşand û mafên gelên Sûriyeyê înkar dikir.

Wê netewperestî, olperestî û mezhebperestî esas girt û bû sedem ku Sûriye ber bi rewşên xirab ve biçe. Ew bû sedema kuştina bi sed hezaran û koçberkirina bi milyonan ji gelê Suriyeyê. Me weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên me yek ji herêmên Sûriyeyê yên herî zêde rastî zilm û neheqiyê dihatin, ji bo parastina gelê xwe bi hezaran şehîd dan, me êş kişand û em em rastî gelek binpêkirinan hatin.

Di salên borî yên şoreşê de, tevî hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo dîtina çareseriyek ji pirsgirêkên Sûriyeyê yên bi rêyên aştiyan jî, lê rêjîmê siyasetên xwe yên dûrxistinê berdewam kirin û ji diyaloga cidî û çêker dûr ket. Siyaseta kirîna demê ji bo vekirina rê li ber mezinbûna kirîza Sûriyeyê bi awayekî zêdetir, esas girt. Sedema tişta ku niha Sûriye dijî jî vedigere vê rejîma bêserûber.

Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di nava salên kirîzê de me hemû derfeta xwe da peydakirina çareseriyeke aştiyane ya ji bo dozên li Sûriyeyê, lê rejîma Sûriyeyê bersiva vê xebatê neda û ji ber wê jî ew berpirsa bûyerên ku îro li Sûriyeyê diqewimin e.

EM GIRÊDAYÎ PÎVANAN E

Em diyar dikin ku em girêdayî pîvanên ku me di heyama borî de li ser wan kar kiriye ne.

Em wek beşek ji pêkhate û ji erdnîgariya Sûriyeyê dê ji bo parastina yekîtiya gelê Sûriyeyê û yekrêziya axa Sûriyeyê, kar bikin. Em ê zimanê diyaloga aştiyane ji bo çareserkirina pirsgirêkan bêyî dûrxistina ti aliyekî li Sûriyeyê, esas bigirin.

Em teqez dikin ku em ê di avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng a ku mafên hemû gelên Sûriyeyê bêyî cûdahî misoger bike de, roleke pêşeng bilîzin.

Em bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku demên berê bînin ber çavan û dersan jê derxînin, her wiha ji bo derxistina welat ji aloziyê, bixebitin.

EM BI HEV RE XIZMETA BERJEWENDIYÊN HEMÛ GELÊN SURIYEYÊ BIKIN

Werin em vê qonaxê bikin rûpeleke nû ku em bi hev re hevkariyê bikin da ku em bigihîjin lihevkirinên ku xizmeta berjewendiyên hemû gelên Sûriyeyê bike. Em bang li her kesî dikin ku dûrî siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku rejîma Sûriyeyê di demên borî de esas girt, bisekinin.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogê re amade ne, em destê xwe didin hemû aliyên Suriyeyê da ku bi hevre em nîşaneyên Sûriya pêşerojê, xêz bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji herêmên êrîşan 400 malbatên din gihîştin Tebqayê
Nûçeya Pişt re DEM Partî: Divê pêşî li asayîbûna li Sûriyeyê bê vekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Efrîqaya Başûr ANC’ê ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê dest bi hevdîtinan kir

ANC a ku ji destpêka avabûna demokrasiyê li Efrîqaya Başûr û hilbijartina Nelson Mandela ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanan bi stranên xwe îşaret bi yekîtiya Kurdan dikin

Şervanên ku di çeperan de tên cem hev, bi stranên ku dibêjin hem moralê dibînin…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga Stenbolê: Werin em têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê mezin bikin!

Di mîtînga Stenbolê de bi deh hezaran kes desteserkirina şaredariya Colemêrgê ya ku ji aliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Egîd Bab li Kobanê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Kobanê ji bo azadiya Rêber Apo meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê ji bo 8 şehîdan merasîm hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?