MLKP/Kurdistan derbarê geşedan, êrîş û berxwedana li dijî êrîşan ya li Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand. MLKP/Kurdistan got, “Parastina destketiyên şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê, em esas digirin. Em ê li dijî her cûre êrîşên li ser şoreşa me ya jinê, bi taybet li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger, di parastina Rojava û Sûriyeya Xweser-Demokratîk de cih bigirin. Divê gelê me rêxistinbûyîna xwe berfirehtir bike û li her cihî parastina xwe ya cewherî esas bigire.”
Berfirehiya daxuyaniya MLKP/Kurdistan bi vî rengî ye:
“Em berxwedana bi rûmet a ku QSD’ê û rêveberiya xweser raber kiriye, silav dikin. Baweriya me bi şervanên me yên li tevahiya çeper û bajaran li ber xwe didin, mezin e.
Rejîma Esad têk çû. Lê belê xeterî mezin e. Desthilatdariyek cîhadîst did rojevê de ye. Divê desthilatdariya hov û barbar a li Efganîstanê bi seroktiya Talîbanê, ti carî neyê ji bîr kirin. Rastiya ku DYE, Brîtanya, Îsraîl û dewleta Tirk dixwazin HTS’ê rewa bikin, rastiya HTS’ê naguherîne.
Em bang li gelên xwe yên li Başûr, Rojhilat û bi taybetî yên li Bakur û li dîasporayê dikin ku li dijî mêtingerî û faşîzma Îslama siyasî têbikoşin.
Em bang li hemû tevgerên sosyalîst, pêşverû, şoreşger, demokrat, femînîst û ekolojîst ên cîhanê dikin ku li dora şoreşa Rojava bibin yek û ji bo qebûlkirina statuya Rojava li her qada lê ne têkoşînê xurt bikin.
Em ê weke MLKP/ Kurdistan bi can û xwîna xwe şerê xwe bidomînin. Şoreşa me ya Rojava ku bi berdêlên giran pêk hat, wê bijî! Soza me ji bo gelê Efrînê ye ku êşên mezin kişandine, wê xaka me ya dagirkirî bê azadkirin.”