14 malbatên din ên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane ji Kantona Efrîn-Şehbayê koç bikin, gihiştin Til Temirê. Malbatên koçber ji aliyê Meclîsa Til Temir ve hatin pêşwazîkirin. Meclîsa Til Temir malên ku di sala 2015’an de ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê hatine valakirin, ji koçberan re amade dike. Yekîtiya Bijîjkên Kantona Cizîrê jî ji bo tenduristiya zarok û kalan, xebatên xwe didomîne. Xebatên ji bo koçberan jî li navçeya Holê dewam dike. Li herêmê konên alîkariyê tên avakirin û bi hevkariya gel, komun û rêxistinên civakî yên sivîl, kar û xebat tên organîzekirin.
14 malbatên koçber gihiştin Til Temirê
14 malbatên din ên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane koç bikin, ji aliyê Meclîsa Til Temirê ve hatin pêşwazîkirin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike