Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên êvarî de gundê Ceida Mezin a başûrê rojavayê Kobanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25) hatin qetilkirin, zarokên bi nave Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8) jî birîndar bûn.