Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Şêxmûs Ehmed anî ziman ku 25 hezar malbat, yanî 121 hezar kes ji kantona Efrîn-Şehbayê li herêmên Rêveberiya Xweser hatin bicihkirin û bang li Netewen Yekbûyî û saziyên din kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.
Hevserokê Stenbolê yê DEM Partiyê Mûrat Kaymaz got, tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê, hêzên muxalîf û demokrasiyê divê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.
Şîrîn Îbîş a ji Efrînê ku ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk neçar ma cara duyemîn koç bike, anî ziman ku wê hêviya xwe ti carî winda nekin, bi berxwedanê bi ser bikevin û got, “Ji ber ku ev war, warê me ye.”
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku armanca esasî ya xeta AKP’ê tinekirina destketiyên gelê Kurd ên li Sûriyeyê ye.