Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên HTŞ’ê li Heleb, Şehba, Til Rifet û gundewarên wê, bi sed hezaran koçberên Şehba û Efrînê berê xwe dan herêma Rêveberiya Xweser. Rêveberiya Xweser û tevahiya gelên herêmê ji bo bicihkirin koçberan û dabînkirina pêwistiyên wan ketin nava seferberiyê. Gelê Efrînê bi xwe jî di nav berxwedaniyekê de ye û ji bo vegera Efrînê têkoşîn dike.
Welatiya bi navê Raniya Mihemed ya ji Efrînê ji ANF’ê re behsa êş û azarên xwe yên di dema koçberiyê de kir û li hember wê jî berxwedanî û hêviya vegera Efrînê anî ziman.
Raniya Mihemed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku jiyana wan li Efrînê pir xweş bû. Her wiha wan êrîşî tu kesî nedikir û jiyanek bi aştî dixwestin. Raniya Mihemed wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Ez bixwe ji Efrînê me û ez li Efrîn mezin bûme. Çar zarokên min hene û li Bilbilê em runiştibûn. Em xwedî milk û mal bûn me xwe hewceyî kesekî nedidît. Em dikarin bibêjin ku di dema derketina me ya ji Efrînê de rihê me li wir ma. Me bi awayek komunal û jiyanek xwezayî bi hev re diqedand.”
‘CARA DUYEM EM KOÇ KIRIN’
Raniya Mihemed di nav axaftinê xwe de bal kişand ser êrîşa ku li ser Efrînê hatî kirin û ev tişt anî ziman: “Em di nav zarokên xwe de bi kêf runiştîbûn û ji nişka ve dijmin êrîşî me kir. Wek hovan ketin nav xaka me û em ji mal, ax, cîran û milkên me dûr xistin. Ji gelê me gelek kes kuştin, darên me yên zeytûnê birîn. Bi zehmetî em derketin ji Efrînê û me her tişt li pişt xwe hişt. Bi alîkariya Rêveberiya me ya Xweser em çûn Şehba, Heleb û Til Rifetê. Em li Ehdasê rûniştin û me zehmetî pir kişand. Lê me hêviya vegera Efrîn qet qut nekir. Me ewqas berxwedanî kir û me xwe bi zehmetî da jiyankirin, hemû ji bo vegera Efrîn bû. Em 5 salan li Ehdasê man me tim hewil dida ku jiyanek bi ewle bijîn, lê belê carek din koçberiya duyem destpê kir.”
‘EM Ê HER TIM BI QSD’A XWE RE BIN’
Raniya Mihemed bal kişand ser koçberiya ku li Şehbayê çeteyên HTŞ’ê bûyî sedem û azarên ku di vê bûyerê de kişandin wiha bilêv kir: “Êşa ku me di dagirkirina Efrînê de kişand pir mezin bû, lê me her tim digot wê bi berxwedaniya Efrînê ji destê dijmin derkeve. Wexta em hatin Şehbayê jî me got em ê jiyana xwe bi aştî derbas bikin. Hema hema ev çete di saetekê de ketin nav milet û wan serjê kirin, kuştin, revandin, koçkirin û tevahî rêbazên qirêj li ser wan bi kar anîn. Derdora me tevahî hat dorpêçkirin me bi zorê xwe ji wir xilas kir. Çeteyan pir êşkence li me kir û em pir êşandin. Bi alîkariya hêzên me yên QSD û Rêveberiya me em ji Ehdasê derketin. Zarokên me ji sermayê jiyana xwe ji dest dan û gel li kolanan bê mal man. Heta Rêveberiya me bi tevahî hêza xwe alîkarî ji me re pêşkêş kirin.
Em ê bi tevahî îrade û hêza xwe li ber xwe bidin, vegerin xaka xwe û Efrînê ji destê çeteyan rizgar bikin. Wek gelê Efrînê em ê li pişta QSD’a xwe bin û li ser xeta xwîna şehîdan wê gavek jî paş neavêjin.”