Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ronahî TV re nirxandin kir. Mazlûm Ebdî pirsên der barê biryara daliqandina ala Sûriyeyê li hemû meclîs, sazî û avahiyên îdarî yên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tirba Silêman Şah, êrîşên Minbicê, hewldana êrîşên li ser Kobanê, bûyerên li Dêrazorê qewimîn, hevdîtina bi HTŞ’ê re û yekîtiya Kurdan bersivand û wiha got: “Em bi rêya dostên xwe (koalîsyona navneteweyî) ji bo agirbesteke mayînde hevdîtinan dikin.”
EM PARÇEYEKÎ SÛRIYEYÊ NE
Mezlûm Ebdî bal kişand ser biryara daliqandina ala Sûriyeyê li hemû meclîs, sazî û avahiyên rêveberiyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Me di yekemîn kongreya YPG’ê de ev al qebûl kir. Tu dijminatiya me li hemberî vê alê nîne. Sûriye bûye du beş; Heta niha li aliyekî ala BAAS’ê hebû, li aliyê din jî ala koma ku em niha qebûl dikin hebû. Ji ber şerê navxweyî me alên xwe yên taybet bi kar anîn. Lê niha rewşeke cuda derketiye holê. Li seranserê Sûriyeyê li ser alekê lihevkirinek heye. Hemû gel vê ala serxwebûnê li ba dikin. Ev al ji bo me guncaw e. Ji ber ku ev ala ne ala Komara Ereb a Sûriyeyê ya tekparêze. Me jî di vî warî de biryar girt. Û ez difikirim ku ev biryar rast e. Ev jî nîşan dide ku em parçeyek ji Sûriyeyê ne. Me ev biryar da, ji ber ku gelê Sûriyeyê li ser alekê li hev kir û em jî beşek ji wê yekê ne.”
TIRBA SILEYMAN ŞAH
Mazlûm Ebdî der barê parvekirina xwe ya li ser tirba Silêman Şah a ku berê li Qerekozaxê bû û dawiyê hat veguheztin wiha got: “Tu lihevkirinek tuneye, gelek tişt têne gotin. Ev mafekî hiqûqî yê navneteweyî yê Tirkiyeyê ye. Di vê der barê de gelek pirsgirêk derketin. Me nîşan da ku di vî warî de pirsgirêka me nîne. Me berê di veguheztina wê de alîkariyên pêwîst pêşkêş kiribûn, niha jî ji bo veguheztina wê me got ’em amade ne alîkariya pêwîst bikin’. Em naxwazin bi tu kesî re pirsgirêkan bijîn. Em di çarçoveya mafên navneteweyî de ji her tiştî re amade ne. Em beşek ji Sûriyeyê ne. Li ser vê yekê me tu bersiv ji Tirkiyeyê negirt. Hêzên koalîsyona navneteweyî yên di nav me de ne bi Tirkiyeyê re di nava danûstandinê de ne. Ew ê bersivê ji Tirkiyeyê bigirin. Em amade ne ku tiştên bikevin ser milên me bi cih bînin.”
LI MINBICÊ HÎN JÎ AGIRBEST NEKETIYE MERIYETÊ
Mazlûm Ebdî pirsa der barê êrîşên Tirkiye û çeteyên ku piştgiriya wê dike yên li ser Minbicê bersivand û wiha pêde çû: “Me agirbest ragihand. Hêzên navneteweyî jî bi Tirkiyeyê re hevdîtin kiribûn û me ev yek qebûl kir. Lê hê jî êrîş bi dawî nebûne. Li Qereqozax û Minbicê – hêzên me li wir jî hene. Lihevkirina me li ser bingeha ku tu hêzên leşkerî li Minbicê nemînin û gelê Minbicê xwe bi rê ve bibe, bû. Ji ber ku ev peyman hêj neketiye meriyetê hêzên li Minbicê niha vê yekê bi cih naynin. Em hêvî dikin ku sibe ev peyman bikeve meriyetê. Em ê bibînin bê çiqasî wê pêk bînin.”
KOBANÊ HEMÛ CÎHANÊ ELEQEDAR DIKE
Têkildarî êrîşên li ser Kobanê jî Mazlûm Ebdî, wiha axivî: “Pira Qereqozax derbaskirin û hewldana êrîşê çêbû. Ev yek xeteriyek çêkir. Armanca wan dorpêçkirina Kobanê bû. Lê belê hevalên me bi qehremanî ev yek asteng kirin. Ev mijareke girîng e. Ev ne meseleyeke ku tenê Kobanê û Rojava eleqedar dike, hemû cîhanê eleqedar dike. Li hemberî êrîşan me hemû tedbîr girtin. Çawa ku me DAÎŞ ji Kobanê derxist, em ê careke din jî derxînin. Hevalên me yên navneteweyî hene. Em hêvîdar in ku peymana ku me li Minbicê çêkiriye, li her derê pêk were.”
‘WÊ FIRAT BIBE SÎNOR’
Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku piştî HTŞ Şamê bi dest xist, ji bo DAÎŞ cihên artêşa Sûriyeyê yên li Dêrazorê vala kirin dagir neke QSD li wir bi cih bûn û wiha pêde çû: “Tişta ku li wir qewimî cuda ye. Valahiyek hebû, metirsiya DAÎŞ’ê hebû. Ji bo em demekê wir kontrol bikin me bi Koalîsyona Navneteweyî re biryarek wiha girt. Weke ku tê gotin, em ji bo demeke dirêj neçûn wir. Tiştek wisa nîne ku Tirkiye bêje ‘firsend dîtin, berfireh dibin’. Dema hêzên HTŞ’ê hatin, me li hev kir. Hêzên me çend rojên din li wir man û piştî ku xebatên xwe qedandin, dîsa vegeriyan cihên xwe. Ji bo ku Firat bibe sînor me peymanek çêkir. Em hêvî dikin ku ev peyman neyê xerakirin.”
‘JI BO ÇARESERIYÊ HEVDÎTINAN DIKIN’
Mazlûm Ebdî li ser pirsên “Gelo di navbera HTŞ û QSD’ê de hevdîtin heye?” wiha bersiv da: “Beriya HTŞ ber bi Helebê ve biçe, ji me re peyam şandin û gotin ku armanca me ne QSD û Kurd in. Ev di pratîkê de heta niha pêk hatiye. Hin pirsgirêk hebûn. Komên girêdayî Tirkiyeyê êrîşî Til Rifat û Şehbayê kirin. Me gelê xwe ji wir derxistin. Niha hêzên me li Helebê hene. Di navbera me de peywirdar hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan dicivin. Pêwîste danûstandin berfireh bibin. Divê şandeyên me biçin Şamê. Em ji bo vê dixebitin. Em beşek ji Sûriyeyê ne. Divê em pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bikin. Kî niha li Şamê be; ne tenê HTŞ, em bi her kesî re hevdîtin bikin, tiştekî xwezayî ye. Divê şandeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biçin Şamê û li ser çareseriya pirsgirêkan bi hev re biaxivin.”
Mezlûm Ebdî li ser rexneyên “Tevî ku beriya du mehan agahî girtine ku HTŞ wê çalakiyan bikin, çima li Til Rifat û Şehbayê tedbîr negirtine” wiha got: “Tirk bi Rûsan re hevdîtin kirin û agahî dan ku HTS wê êrîş bike. Rûs hatin cem me û alîkarî xwestin. Me got, ‘Ji ber ku em xwe diparêzin, pirsgirêkên me hene, em nikarin bikin.’ Û rastî van êrîşan hatin. Tirkan rast gotin. Esad ji bo şikandina vê êrîşê hinek amadekarî kir û hêzên xwe şand Idlibê. Lê di encamê de xuyaye ku Rûs hatin xapandin û Tirkan jî digotin me wan rawestand. Haya me jê hebû wê êrîşî me bikin, lê tiştê ku me texmîn nedikir ew bû ku artêşa Sûriyeyê bi lez paşde vekişiya.”
‘SERDEMEKE NÛ DEST PÊ KIR’
Mazlûm Ebdî wiha berdewam kir: “Li Sûriyeyê serdemeke nû destpê kir. Esad rê neda çareseriya siyasî. Lê niha hewldanên çareseriya siyasî hene. Ne diyar e ka wê heta kengî bidome, ji ber ku tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Li rojhilatê Firatê herêmên di bin kontrola me de, li rojava jî di bin kontrola SMO û HTŞ’ê de hene. Niha pêvajoyeke siyasî destpê dike. Em ê tiştên ku bikevin ser milên me bi cih bînin. Divê nûnerên hemû pêkhateyan beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em nizanin wê di pêşerojê de çi bibe, em li hember her tiştî tedbîran digirin. Ji bo em li her derê mafên xwe bi dest bixin niha dem dema yekîtiyê ye.
ÊDÎ DEMA KU HER KES VEGERIN SER WARÊ XWE HATIYE
Em difikirin ku dem hatiye ku hemû koçber vegerin warên xwe. Em ne alîgirê ku pirsgirêkan bi çekan çareser bikin; em difikirin ku pêwîstî bi vê yekê nîne. Divê her kes vegere cihê xwe. Divê gelê Efrînê vegerin ser axa xwe. Welatiyên ku li Efrînê bi cih bûne kesên ji derveyê Efrînê hatine û hinek ji wan jî vegeriyan cihên xwe. Niha Efrîn vala ye, divê gelê Efrînê vegerin ser axa xwe. Ev bi serê xwe nabe, bi peymanan pêk tê. Dem hatiye ku gelê Serêkaniyê, Girê Spî vegerin ser axa xwe. Ji bo vê divê hevdîtin bên kirin. Divê pirsgirêk ne bi şer bi diyalogê bên çareserkirin.
DIVÊ KES LI DERVE NEYÊ HIŞTIN
Nûnerên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî hevdîtinên pêşîn nebûn. Ji sedî 40’ê gelên Sûriyeyê beşdarî van hevdîtinan nebûn. Loma bi ser neket. Piştî niha wê hevdîtinên bi beşdariya gelên Sûriyeyê jî pêk werin. Ev yek me kêfxweş dike. Gelê me birêxistinkirî ye. Dikare bi awayekî hîn bêhtir rêxistinkirî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Heger pêvajoyeke siyasî pêk were divê kes derve neyê hiştin.
TIRKIYE JI BO ÇARESERÎ PÊK NEYÊ HEWL DIDE
Dema em bi komên ku li Minbicê bi me re şer dikirin re diaxivîn digotin, ‘Divê Tirkiye bi me re biaxive’. Bêyî Tirkiyeyê biryarekê nadin. Tirkiye ji bo ku çareserî nebe bi tang û topên xwe hewl dide. Divê gelên Sûriyeyê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Em li Sûrîyeyê hêzeke sereke ne. Divê Tirkiye êdî vê yekê bibîne. Em beşeke eslî yên vê axê ne. Em li ser axa xwe ne. Niha li her derê şer xilas; yên ku şer û pevçûnê dikin tenê Tirkiye û komên girêdayî wê ne. Yên anormal ew in. Divê her kes êdî vê yekê bibîne. Divê hêzên Kurd werin ba hev û bi hev re tevbigerin. Cudakarî nabe. Dibe ku fikrên me yên cuda hebin lê li dijî derve divê em bibin yek. Em hêvî dikin ku hêzên Hêrêma Federal a Kurdistanê jî bi erênî tevlî vê pêvajoyê bibin.”
‘PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE’
Mazlûm Abdî, bersiva pirsa “Tu peymaneke we bi hêzên navneteweyî re heye?” wiha da: “Divê em di vî warî de zelal bin. Heta îro li ser Şehba, Til Rifet û Minbicê êrîş hatin kirin. Tirkiye dixwaze êrîşên xwe bidomîne. Ji bo ku Tirkiye dawî li êrîşên xwe bîne zextek heye lê ev nayê wê wateyê ku dê raweste. Em dizanin zexteke mezin heye. Ji bo agirbesteke giştî hewlên me yên dîplomatîk hene. Dostên me navbeynkariya me dikin. Behsa herêmeke bêçek tê kirin, em ji bo nirxandina her tiştî amade ne. Talûke didome. Hîn metirsî berdewam e. Divê gelê me hişyar be. Em ji serdemeke awarte derbas dibin. Ji her gavê bêhtir pêdiviya me bi yekîtiya me heye. Divê gelê me li kêleka hêzên me cig bigire. Me rojên wiha dijwar berê jî dîtin. Me bi piştgiriya gelê xwe ew roj derbas kirin, em ê dîsa derbas bikin.”