Li gorî nûçeyên medya Iraqê, Fermandarê Muxafizên Şoreşê yên Îranê Îsmaîl Kaanî serdana Bexdayê kir. Hate ragihandin ku Kaanî li Bexdayê bi lîderên komên çekdar ên Iraqî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de bûyerên li Sûriyeyê, hilweşîna rejîma Beşar Esad û êrîşên Îsraîlê hatin nirxandin. Hate ragihandin ku lîderên komên çekdar ên li Iraqê ji Kaanî re gotine, têkildarî krîza heyî ya li Sûriyeyê Iraq bêalî ye.
Her wiha destnîşan kirin ku ew naxwazin bikevin nava şerekî nû.