În, 3 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Çalakiyê ya Fîlîstînê êrîşa li ser Fîloya Sumud şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gianfranco Fattorini: Pêvajo divê li ser zemîna hiqûqî bê rûniştandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Şamê ne tenê sûcan vedişêre, sûcdaran jî xelat dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê lîsteya namzetan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    OHD: Divê mafê hêviyê were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Jinên Êzidî bersiva peyama Rêber Apo dan: Têkoşîna me xurttir bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pir a dîrokî restorasyona sexte: Kevirê dîrokî ne li şûna xwe ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Mexmûrê: Konseya Ewropa divê zextê li Tirkiyeyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo Şengalê: Ez hebûn û mafên we diparêzim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baro û rêxistinên hiqûqî yên Amedê: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan divê bê rakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeya jinan hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê dewam

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar dest bi çalakiyên têkildarî 9’ê Cotmehê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ku ber bi Enqereyê ve dimeşin: Em ji bo gelan dimeşin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Jinên Êzidî têkildarî Şengalê hişyarî dan Bexdayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka li ser Kurdên Anatoliya Navîn li Skandînavyayê hate nasandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma Vartinîs wê li Berlînê bê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed wê ji fîlmên dokûmanter têr bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jinan a DBP’ê: Divê em ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir têbikoşin
Jin

Konferansa Jinan a DBP’ê: Divê em ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir têbikoşin

Meclîsa Jinan a DBP'ê bi dirûşmeya “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan lidar xist.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi dirûşma “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava dikin” 3’yemîn Konferansa Jinan lidar xist. Konferans, li avahiya rêxistina DBP’ê ya bajar hat lidarxistin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek jin jî tevlî bûn.

Li eywana konferansê pankartên “Em jinên birêxistin û azad civaka azad ava dikin” û “Li hemberî şerê taybet jin jiyan azadî” hatin daliqandin.

Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di konferansê de ji ewil Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Narîn Gezgor axivî û bal kişand ser êrîşên ser îradeya jinan.

Narîn Gezgor, anî ziman ku têkoşîna jinên kurd û jinên cîhanê ya li dijî êrîşan didome û wiha got: “Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ rêya me ronî dike.”

Konferans, bi axaftina Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî domiya.

Bêrîvan Bahçecî ji ewil xêrhatina beşdaran kir û got ku ew di wê baweriyê de ne ku dê konferansa wan rêxistinbûyina wan mezin bike û têkoşîna wan geş bike. Bi domdarî Bêrîvan Bahçecî, bal kişand ser “Şerê Sêyemîn ê Cîhanê” û got ku li çar aliyê cîhanê jiyana gelan, jiyana jinan ser û bin dike. Bêrîvan Bahçecî, wiha domand: “Ev şerê ku bi destê hêzên modernîteya kapîtalîst pêk tê û Rojhilata Navîn dîl girtiye, Kurdistan jî kiriye navenda şer. Netewe dewlet, ji ber dewlemendî û girîngiya erdnîgariya Kurdistanê dest dirêjî axa me dikin. Di heman demê de tê zanîn ku paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan jehrkuja vî şerî ye. Ji ber vê yekê jî her ku diçe şerê li Rojhilata Navîn dijwartir dibe.”

Di berdewamê de Bêrîvan Bahçecî bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji roja 27’ê Mijdarê ve bi êrîşên HTŞ’ê rejîma Esad têk çû, ev yek bi destê netewe dewletên kapîtalîst pêk hat. Em careke din bûn şahid ku rejîmên otorîter ên yekperest li ber daxwazên gel, jin û ciwanan nikarin li ber xwe bidin. Ji bîr nekin ku di serdema rejîma Baasê de saziyên jinan hatin tesfiyekirin, jin di bin serdestiya mêran de di bin zext û zordariyê de jiyana xwe domandin. Zayendperestî ji hêla aborî, siyasî û çandî ve bûye amûreke zext û zordariyê. Em bûn şahid ku şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinên Kurd pêk hat ev rastî serûbin kir. Ji ber vê yekê jî divê li Sûriyeyê rêveberiyeke li ser esasên jiyana hevpar a gelan, li ser esasên azadî, wekhevî û azadiya jinê bê avakirin. Di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê îradeya gelan li ber çavan bê girtin, ji bo vê yekê jî guftûgo û muzakere gelek girîng e.”

Bêrîvan Bahçecî, destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi destên komên paramîlîter ên weke SMO û DAÎŞ’ê hewl dide Şoreşa Rojava têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çeteyên ku êrîşî Tel Rifet û Minbicê dikin, jinan direvînin, qetlîaman pêk tînin, tu pîvanên mirovahiyê nas nakin. Dewleta tirk a ku piştgiriyê dide çeteyan, bi SÎHA’yan zarok, jin jî di nav de, sivîlan qetil dike. Em bang li desthilatdariyê dikin û dibêjin; bi xeyalên Neo-Osmanî êrîşî Rojava nekin û dest ji piştgiriya çeteyan berd in û ji Sûriyeyê derkevin. Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengiya jinên Kurd pêk hatiye, şoreşa jinê û şoreşeke enternasyonalîst e. Avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk e û azadîxwaziya jinê diparêz e. Şoreşa Rojava li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên herî hov ên ku sûcê mirovahiyê pêk anîn, bersiveke herî şoreşgerî ye. Vîna jiyana hevpar a wekhev a gelan e. Îro ev vîn di têkoşîna gelên cîhanê de bûye Stêrka Bakur. Hûn nikarin rêwîtiya Stêrka Bakur rawestînin.”

HIQÛQA DIJMINATIYÊ

Bêrîvan Bahçecî, daxuyand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê siyaseta xwe li ser dijminatiya gelê Kurd ava dike û wiha got: “Li aliyekî hewl dide Şoreşa Rojava ji holê rake, li aliyê din jî li Kurdistanê bi destê qeyûman îradeya gelê Kurd xesp dike. Îro li Mêrdîn, Colemêrg, Êlih, Xelfetî, Dêrsim û Miksê bi rêya qeyûman hiqûqa metîngeriyê xistine meriyetê. Bi êrîşên li ser pergala me ya hevserokatiyê re dixwazin destkeftiyên jinan desteser bikin. Herwiha êrîşî çand, ziman, û nasnameya Kurdan dike, xweza û aboriya Kurdistanê talan dike.”

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET

Di berfirehiya axaftina xwe de Bêrîvan Bahçecî îktîdara AKP-MHP’ê bi taybetî ji sala 2015’an ve bi polîtîkayên şerê taybet, êrîşî bedena jinê, jiyana ciwanan, jiyana civakî û nirxên polîtîk û exlaqî dike. Bêrîvan Bahçecî, wiha pê de çû: “Polîtîkayên şerê taybet rêbazeke metingeriyê ye.  Li dijî destkeftiyên jinan, polîtîkayên şerê taybet, bi kûrkirina newekheviya zayendî ya civakî, li hemû qadên jiyanê bi rêbazên cuda didome.  Têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, tundiya mêr-dewletê di hamen demê de bingeha xebatên me yên 25’ê Mijdarê ye. Em ê atolyeyên xwe yên polîtîkayên şerên taybet ên ku me di sê mehan de li 15 bajaran, bi zêdetirî 3 hezar jinan re lidar xist bidomînin û bi xurtkirina rêxistinbûyina civakê biparêzin.”

Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku rejîma AKP-MHP’ê kengê destkeftiyên jinan ji xwe re wek gef dîtibe, wê deme êrîş biriye ser. Bêrîvan Bahçecî, bi lêv kir ku bi rêya tundiyê hewl daye ku ji van “gefan” xelas bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binçavkirin û girtina jinan, êrîşên bi destê qeyûman li ser rêveberiyên heremî yên azadîxwaziya jinê pêk tên, krîmînalîzekirina hevserokatiyê û vekişandina ji peymana Stenbolê yek ji van polîtîkayan e. Jinên ku li girtîgeh, kolan û qadan dengê xwe bilind dikin rastî tundiya mêr-dewletê tên û em dibin şahide vê yekê ne. Ev desthilatdarî ya ku faîlên mêr bêceza dihêle û wan diparêz e, kuştina jinan paşguh dike. Di van 10 mehên dawî de 316 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.   

KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK A JINÊ

Îro di navbera faîl û sîstema ku faîlan diparêze de tifaqeke ku tundiyê rewa nîşan dide heye. Em ê li dijî vê tifaqê qirêjî xwe birêxistin bikin, em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinan, li dijî yên ku dixwazin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadiyê’ qedexe bikin em ê vê dirûşmê bikin parçeyeke jiyana xwe û em bi biryar in ku Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Cîhanê ava bikin. Ti hêz nikare vê îradeya me bişikîne.”  

ROLA RÊBER APO

Weke hûn jî dizanin, ev meheke desthilatdariyê nîqaşên nû daye destpêkirin. Polîtîkaya derve ya desthilatdariyê ji ber şerê li Rojhilata Navîn û ji ber hewldanên wên ên dagirkeriyê têk çûne, têk çûn. Lewma hewl dide siyaseta hundir dîzayn bike. Em bi awayeke zelal tînin ziman ku aştî jî ferz e. Bi sala ye em ji bo avakirina aştiyeke bi rûmet têdikoşin. Û em dizanin ku avakirina aştiyê ne hêsan ê. Hewceye teqez civak bibe parçeyeke avakirina aştiyeke birûmet. Rola birêz Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd girîng e. Lê belê, hîn jî tecrîda li ser birêz Ocalan dewam dike. Wekî ku wî jî anî ziman, heger şert û mercên birêz Ocalan pêk bên, hêza wî heye ku vê pêvajoyê ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî zemîna hiqûq û siyasetê bike. Ev yek jî baş tê zanîn.”

Bêrîvan Bahçecî, anî ziman ku ji bo rê li ber aştiyê bê vekirin, divê ew têkoşîna xwe geştir bikin ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Bêrîvan Bahçecî, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em mal bi mal, derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax bixebitin. Ji bo pêkanîna seferberiya rêxistinî divê em bawerî, rêhevaltî û têkoşîna xwe xurtir bikin. Weke jin, em di refên herî pêş ên têkoşînê de ne. Divê em zêdetir bin. Divê em bêhtir bibin. Pêwîst e ku em têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta desthilatdariya mêr mezintir bikin û civakê biparêzin. Em di astek dîrokî de ne ku mezinkirina rêxistinbûna jinê û parastina civakê gelek girîng e. Di vê pêvajoya dîrokî de ez we hemûyan silav dikim û serkeftinê dixwazim.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsmaîl Kaanî li Bexdayê ye
Nûçeya Pişt re Li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê 210 çete hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Pêwîst e em perdeya tirsê biqetînin û siyasetên qirêj têk bibin’

Nasir Nasir da zanîn ku pêwîst e Sûriyeyeke azad û demokratîk were avakirin û wiha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji YJA Starê daxuyaniya 15’ê Sibatê: Em ê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi israr bin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku ew bi biryar in ku dawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk binçav kir, qetil kir û cihê gorê hê jî vedişêre

Dayikên Şemiyê ji bo Maksût Tepelî kom bûn ku Tepelî 40 salan beriya niha ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di doza Narîn Guran de tu bersûcên girtî neman

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meşvanên jin li ser ‘Rêya Azadiyê’ silav ji Îmraliyê re şandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şandeya jinan hevdîtinên xwe yên li Swîsreyê dewam

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Divê pergala Îmraliyê were hilweşandin û Rêber Apo azad bibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?