Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de wê sibe li Enqereyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” were destpêkirin. Deklarasyona meşê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat eşkerekirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokên Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekîn û Kerem Canpolat û endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn.
Metna deklarasyona ya bi kurdî ji hêla Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û ya bi tirkî ji hêla aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sarili ve hate xwendin.
Metna deklarasyonê wiha ye:
“Em di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin. Di navenda vê pêvajoyê de Rojhilata Navîn û welatê me cih digre. Lê, em dizanin ku bandora wê cîhanî ye. Ji ber vê yekê ev pêvajo weke Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê binavkirin. Serkêşiya vî şerî hezên hegemonîk dikin. Feraseta netewe dewletê sed sal in xaka Kurdistan û Anatoliyayê dorpêç kiriye. Ziman, çand, bawerî û nirxên gelan înkar dike. Di sedsala dawîn de du şerên cîhanê pêk hatin. Di her du şeran de li dijî gelan komkujiyên mezin pêk hatin. Niha jî şerê sêyemîn heye. Bîlançoya vî şerî ji niha ve qet bi qet zêde bûye.
Pergala hegemonîk, ji bo korîdora enerjiyan veke, civak û dewlemendiyên Rojhilata Navîn hedef digre. Bi rêbaza ‘perçe bike û bi rêve bibe’ şerê xwe dimeşînin. Hêzên netewe dewletê hewl didin li ser Rojhilata Navîn dîzayneke nû bikin. Divê neyê jibîrikirin ku bi netewe dewletan çareserî pêk nayê. Li hemberî vê pergalê, divê Neteweya Demokratîk pêş bikeve. Pêşerojeke wekhev û azad bi Neteweya Demokratîk pêkan e. Heke şer dewam bike wê tevahiya herêmê belav bibe. Divê li ser vê axê aştî serdest be. Rêya aştiyê jî bi gavên demokratîk pêkan e.
Ji ber polîtîkayên şer, meseleya Kurd çareser nabe û gihiştiye asta cîhanî. Êdî ji bo pirsgirêka Kurd çareserî ferz e. Li hemberî vê pirsgirêkê li pêşiya Tirkiyeyê rêyek tenê heye. Ew jî çareseriya demokratîk e. Polîtîkaya red û înkarê ya Tirkiyeyê, şer kûr dike. Em dikarin li vî welatî demokrasiyê pêş bixin. Di makezagona 1921’an de hemû bawerî û nirxên gelan cih girtin. Niha jî em dikarin makezagoneke demokratîk ava bikin. Em dikarin têkiliya Kurd û Tirkan xurt bikin. Hezar sal beriya niha, dema Tirk hatin Anatoliyayê, Kurdan deriyê xwe ji wan re vekirin û bûn xwişk û bira. Ji bo rizgariya Anatoliyayê Kurdan xwe feda kirin. Lê, piştre derî li ser Kurdan girtin. Kurd hatin înkarkirin. Ji ber vê yekê serhildanên Kurdan ne sedem in, encam in.
Ji ber pirsgirêka Kurd heya niha çareser nebû, şer belav bû. Heya niha gelek hikûmet û îktîdar hatin û çûn. Tevahiya wan ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd têk çûn. Ên ku xwestin vê meseleyê çereser bikin jî hatin tesfiyekirin. Ji ber vê yekê jî pirsgirêka Kurd mezin bû. Niha jî bûye pirsgirêkeke cîhanî û birîneke mezin. Ji bo ev birîn derman bibe, derfet afirîn. Lê, ji 1993’yan vir ve bi polîtîkayên şer hemû derfetên çareseriyê vala hatin derxistin. Li şûna aştiyê, şer pêş ket. Bi hezaran ciwan, keç û xort ketin bin axê. Bi her aliyê ve Tirkiye û Kurdistan têk çû. Ev têkçûyîn îro jî dewam dike. Em vê yekê dibêjin; li hemberî siyaseta şer rêyek tenê heye. Ew jî, naskirina îradeya Kurdan û aştiyeke bi rûmet e.
Birêz Ocalan, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo cîhanê rêya çareseriyê nîşan dide. Birêz Ocalan bi rol û keda xwe muxatabê çareseriyê ye. Piştî 43 mehan, birêz Ocalan bi malbata xwe re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ger şert û merc amade bibin ez dikarim vê pêvajoyê li ser zemîneke hiqûqî û siyasî bimeşînim. Ji bo vê jî hêza min a teorîk û pratîk heye…’ Bi van gotinan birêz Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide. Gelê Kurd û siyaseta Kurd jî li pişt vê îradeyê disekine. Bi ser vê peyamê re 51 roj derbas bûn. Lê hê jî tu derfet nehatine amadekirin. Hêj jî tecrîd didome. Ji şûna çareseriyê, şer û derbeyên qeyûman didome. Li meclisê destê xwe dirêj dikin, lê li Kurdistanê şer mezin dikin. Anku gotin û pratîka wan hev nagrin.
Tirkiye her ku diçe ji aştiyê dûr dikeve. Şerê li Rojhilata Navîn berfireh dibe. Di vî şerî de Tirkiye û komên girêdayî wê êrişî Rojava dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi êrişan daxwaza aştî û demokrasî hedef tên girtin. Şoreşa Rojava, şoreşa jinan e. Ev şoreş li dijî hovîtîya çeteyên DAIŞ’ê pêk hat. Şoreşa Rojava ji bo gelên cîhanê bû hêvî û bawerî. Di şexsê Rojava de Paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi ser ket. Li Rojava daxwaza aştî û azadiyê ya gelan bi ser ket. Ji ber vê yekê, hedefgirtina Rojava wê şerê li herêmê mezintir bike. Di şexsê Rojava de gef li çareserî û demokrasiyê tê xwarin.
Di vê pêvajoyê de divê çareserî pêş bikeve. Divê Tirkiye dev ji siyaseta şer berd e. Dijmintiya li dijî Kurdan êdî encam nade. Dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Bersiva me zelal e; Kurd demokrasî, azadî û aştiyeke bi rûmet dixwazin. Gava vê ya ewil jî rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan, ji bo Pirsgirêka Kurd çareser bibe, ji bo demokrasi û aştiyeke bi rûmet kedeke mezin dide. Ji bo birêz Ocalan ‘hêza xwe ya teorîk û pratîk’ nîşan bide, divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.
Divê ji bo çareseriyê meclis jî rista xwe bilîze. Ji bo meseleya Kurd çareser bibe hem birêz Ocalan hem jî siyaseta Kurd her tim meclisê wek navnîşan nîşan didin. Ji ber ku înkarkirina Kurdan ji ewil li meclisê dest pê kir. Ev înkar bi zagon û makezagonan heya îro dewam kirin. Ji ber vê yekê jî navnîşana çareseriyê ji ewil meclis e.
Ji bo meclis vê rista xwe bilîze, dostên Kurdan di 16’ê Kanûnê de li Stenbolê daxuyaniyeke girîng dan. Ev daxuyanî ji bo me jî pir girîng e. Em piştgirî didin vê daxuyaniyê. Ji ber vê yekê em ê jî dest bi ‘Meşa Azadiyê û Çareseriya Demokratîk’ bikin. Meşa me, wê di 16’ê Kanûnê de dest pê bike. Em ê ji Amedê heya Enqereyê bimeşin. Piştî Amedê meşa me wê bi Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê bidome. Herî dawî, di 20’ê Kanûnê de em ê li Enqereyê kom bibin.
Ên ku aştî û çareseriya demokratîk daxwaz dikin, bila werin tev li vê meşa bi rûmet bibin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê em Meclisê û siyaseta Tirkiyeyê jî vedixînin rista wê ya dîrokî.”