Fermandariya Giştî ya QSD’ê derbarê êrîşên li ser Kobanê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Sûriye êdî derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi hilweşandina desthilata Baas re gelek valatî li herêmê çêbûn. Êdî rêveberiya Şamê dest guhert û ne diyare wê pêşeroja Sûriyê çawa were xêz kirin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane êrîşê herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûrî dike, ji van valatiyên heyî sûdwergirt û berê çeteyên xwe da bajarê Minbicê. Bêguman dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û ne yekser jî be, bi awayek veşartî bejayî cihê xwe di nava vê êrîşa dagirkeriyê de girt. Bi vê dagirkeriya xwe re berê xwe da Bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê, ango xwest berê xwe bide Kobanê. Li vir şerên pir dijwar rû dan. dagirkeriya Tirk bi hemû teknîka xwe bi ser şervanên me de hat. Lê piştî 5 rojan û di encama berxwedaniya mezin a şervanên me de, ev êrîş tevahî hatin şikandin.
Bêguman dagirkeriya Tirk ranaweste û niha plan dike êrîşê bajarê Kobanê bike. Heta plana wê ewe ku tevahî xaka Sûrî îlhaq û dagir bike. Ji bo wê jî niha di serî de Kobanê li seranserî herêmê hêjmarek mezin leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye. Her wiha bi awayek rojane êrîş dike û gefan dixwe.
Cîhan tevahî dizane wek QSD bi hemû meclîsên xwe, em hêzeke rewa ne û me li dijî DAÎŞ’ê şerekî pir dijwar da meşandin û heya niha ev têkoşîna me didome. Dinya tevahî ev serkeftina me ya li hember DAÎŞ’ê pîroz kir. Lê mixabin ku li cihê me DAÎŞ têk biriye, îro dewleta Tirk wekî ku tola DAÎŞ’ê rake, êrîşê wan deveran dike. Her kes dizane DAÎŞ destpêkê li Kobanê têk çû. Şikandina xwe ya yekemîn li wir xwar. Ango li Kobanê ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, heta ji bo parastina tevahî cîhanê ji metirsiya DAÎŞ’ê, rûmeta mirovahiyê hate parastin.
Yên ku digotin; ‘Kobanê ket, vaye wê bikeve’ îro berê çeteyên xwe didin Kobanê. Em wek QSD bi biryarin, em ê heya dawî li hemberî van êrîşan rawestin. Çawa ku Kobanê bû destpêka tunekirina DAÎŞ’ê, ewê ji bo Erdogan û çeteyên wî jî bibe destpêka têkçûnê. Şervanên azadiyê û gelê me yê Kobanê yê bi rûmet wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî.
Ji bo wê di serî de ciwanên Kurd û Ereb divê tevahî gelê herêmê van xeteriyan bibîne û ji bo mezinkirina berxwedana rûmetê, cihê xwe di nava QSD’ê de bigrin. Ev dem ew deme ku divê ciwan ref bi ref biherikin nava QSD’ê. Heger em dixwazin malbatên me û gelê me bi aramî li ser axa xwe bi rûmet jiyan bike, wê demê divê em bi lezgînî beşdarî nava refên QSD bibin. Bi vê sekna xwe ya berxwedêr emê karibin jiyana azad û bi ewle misoger bikin.
Bi qasî ku gelê me li her bajarî tax û kolanên xwe biparêze, wê ewqasî bibe palpişt ji bo hêza xwe ya parastinê. Ji bo wê divê gelê me bi ruhê seferberiyê tevbigere û hemû jiyana xwe li gorî rastiya vî şerê dijwar rêk û pêk bike.
Wek Hêzên Sûriya Demokratîk QSD em bang li tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin ku divê li rex gelê Kobanê û QSD cih bigrin û em bi hev re ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin. Ev ruh wê careke din cîhana me ji xeteriya DAÎŞ û alîgirên wê biparêze û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad wê rola sereke bileyîze.”