Bi boneya Cejna Rojiyên Êzî, Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî peyamek weşand û Cejna Êzî li hemû Êzidiyan pîroz kir.
Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha anî ziman: “Bi boneya Cejna Rojiyên Êzî ji dil pîrozbahiyeke germ li xwişk û birayên Êzidî dikim, hêvî dikim hûn vê cejnê di hewayek aram û ewle de bi xweşî derbas bikin.
Xwişk û birayên Êzidî di nava çend salên derbasbûyî de ji bo mafên xwe yên bingehîn, di rewşeke dijwar re derbas bûn. Ji ber vê yekê ez bi vê boneyê dubare dikim ku em girêdayî parastina maf û çanda resen a Êzidiyanin û ji bo xurtkirina ruhê xwişk-biratî û bihevrejiyana di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de em ê hevkar û piştevanê wan bin.
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê dê bi berdewam piştgîriya bicihanîna daxwazên xwişk û birayên Êzidî bikin. Em hêvî dikin hemû alî bi berpirsyarî nêzî rewşa Şengalê bibin û ji bo avakirina Şengal û vegera koçberan ji bo warê wan kar bikin.
YNK’ê wê her tim ji bo bidestxistina daxwaz û dawî hatina êş û nexweşiyan bi we re be.”