Li herêma sînor a Pakistanê, di êrîşa Tehrîk-î Talîban Pakistan (TTP) de ku weke Talîban a Pakistanê tê naskirin, 16 leşker mirin, 8 jî birîndar bûn. Di êrîşê de ku li cihekî nêzî sînorê Efganistanê hate kirin, li gorî rayedarên Pakistanê 16 leşker mirin.
Li gorî daxuyaniyê, di şerê sibeha 21’ê Kanûnê de komên cîhadîst êrîş birin ser qereqola leşkerî ya li herêma sînor a Veziristan a Başûr.
TTP’ê berpirsyariya çalakiyê li xwe girt û îdîa kir ku 35 leşker mirin.