Dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkeriyê li ser Kobanê dixwe. Li dijî vê yekê jinên ciwan ên Kobanê seferberî îlan kirin.
Ji van jinên ciwan ên ku tevlî seferberiyê bûne, ji ANF’ê re axivîn.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê Îslim Ibrahîm Bekî diyar kir ku wan li dijî êrîşên dagirkeriyê, seferberî îlan kir û got: “Em ê li kêleka gelê xwe û şervanên xwe heta dawiyê bisekinin, em xwediyê wê erk û misyonê ne ku xwedî li axa xwe derkevin. Çawa bi destê jinê çeteyên DAÎŞ têk çûn, wê dîsa bi destî jinê dagirkerî û çeteyên wê jî têk biçin. Me hêza xwe daye îsbatkirin, ger yek ciwan jî mabe, berxwedanî xeta me ya esas e.”
‘KOBANÊ XETA SOR E’
Îslim ragihand ku ew hêz û baweriya xwe ji gelê xwe digrin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin, em weke ciwan em ê li dijî her gefên li ser Kobanê rabin. Çawa şoreş bi jinê destpê kir, wê bi jinê biser bikeve. Kobanê bû sembola berxwedaniyê li tevahî cîhanê, çavê her kesî li Kobanê ye. Kobanê xeta sor e, kes nikare wê xetê derbas bike. Heta ku yek ciwan jî mabin, em ê li ber xwe bidin.”
‘KES NIKARE DESTDIRÊJIYÊ LI AXA ME BIKE’
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê Hêlîn Xelîl jî ragihand ku em di nava berxwedaniyeke herî mezin de dijîn, em hemû ciwan jî em ê rabin ser piyan û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êrîşî me dike. Em jî weke ciwan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û em nahêlin ku tu kes axa me dagir bike. Ev ax namûsa me ye girêdayî canê me ye, wê tu kes bi tu rengî nikaribe destdirêjiyê li axa me bike.”
‘DIVÊ HEMÛ CIWAN RABIN SER PIYAN’
Hêlîn Xelîl anî ziman ku dewleta Tirk nikare derbasî Kobanê bibe û ev tişt bilêv kir: “Em ê li hemberî dewleta Tirk bisekinin û em ê nehêlin dijminê faşîzm êrîşî bajarê me bike. Di destpêkê û bi êrîşa dewleta Tirk a cara ewil re gotin, Kobanê bin ket. Lê berovajî wê Kobanê bi ser ket û dîrok nivîsand. Weke jinên ciwan em nahêlin ku dijmin berê xwe bide axa me, ne tenê ciwanên Kobanê divê hemû ciwan li her derê rabin ser piyan.”