Rojnamevanên ku bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK-Basin Îş’ê hatin ba hev, xwestin ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Meydana Şîşlîyê daxuyanî bidin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên sîvîl jî piştgirî dan. Polîsan cihê daxuyaniyê dorpêç kirin.
Rojnamevanan bi dirûşmeya, “ragihandina azad nikare were bêdengkirin” bersiv dan dorpêçê. Gelek kesên dixwestin komkujiyê protesto bikin jî ji noktayên cuda hatin ba hev. Li kolanan bênavber dirûşmeyên, “ragihandina azad nikare were bêdengkirin” û “em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin.
Rojnamevanên ku hatine binçavkirin ev in:
“Rozerîn Gultekîn, Ferhat Sezgîn, Melîk Çelîk, Pinar Gayip, Enes Sezgîn, Osman Akin, Hayrî Tûnç, Yadîgar Aygun, Serpîl Unal, Zeynep Kûray, Mustafa Sûbaşi, Saliha Aras, Gulistan Dûrsûn, Elîf Baybûrt, Ûmût Taştan ve Rojdan Erez.”
Siyasetmedar, parêzer û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên hatine binçavkirin: “Ji Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan ve Newroz Unverdî, ji DEM Partiyê rêvebirên Stenbolê Samet Ayas ve Hacî Ûgîş, Ramazan Yavûz, Mehmet Onal, Ayten Bîngol û Serbulent Çîçek, Fethiye Kaçmaz, Fesih Îlhan, Selîn Top, Ferîde Eralp, Ruya Kûrtûlûş, Newroz Tugçe Ozçelîk, Parêzer Sîdar Perçîn.”