Bi boneya 46’emîn salvegera Komkujiya Mereşê, li ber Nexweşxaneya Necîp Fazil Kisakurek a li Kolana Yurek Selîm ku komkujiya ewil li wir pêk hatibû, çalakî hat lidar xistin. Di çalakiya bîranînê ya ku bi meşê destpê kir de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, şahid, mexdûrên komkujiyê û gelek kes amade bûn.
Girseya gel ji pêşiya nexweşxaneyê heta Cemxaneya Komeleya Çandê ya Erenlerê bi dirûşma “Mereşê ji bîr neke, nehêle bê jibîrkirin” meşiya.
Serokê Komeleyên Çandê yên Elewiyan (AKD) Cemxaneya Narliyê Tahîr Ortaş, diyar kir ku ew ê komkujiyê ji bîr nekin.
Serokê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan, diyar kir ku zîhniyeta ku dewletê bi rê ve dibirin, piştî Komkujiya Mereşê bi konseptên cuda komkujiyên Elewiyan dewam kir û komkujiyên Roboskî û girtîgehan ên di meha Kanûnê de di salên cuda de hatin kirin, bibîr xist.
Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyên Elmanyayê (AABF) Huseyîn Mat, jî behsa avakirina komareke demokratîk kir û wiha got, “Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Em Tirkiyeyeke ku tê de Kurd û Elewî wekhev lê bijîn, dixwazin. Divê bê zanîn, ew ê bi zextê nekaribin me paşve bibin. Heta ku ev dewlet bi komkujiyan re rû bi rû bimîne, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Serokê Giştî yê Weqfa Çanda Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî (HBVAKV) Ercan Geçmez peyama hemwelatîbûna wekhev da.
Serokê Giştî yê Komeleyên Çanda Elewiyan (AKD) Seher Şengullu Yilmaz jî got, “Eger hûn dixwazin pirsgirêkên Elewiyan çareser bikin, hûn ê li ser Elewiyan karmendan wezîfedar nekin.”
Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) Cûma Erçe, jî da xuyakirin ku divê desthilatdarî rastiya Mereş, Sêwas, Roboskî, Sûr û Cizîrê bi hev re qebûl bike.
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan, destnîşan kir ku Kurd, Elewî û şoreşger li Mereşê ji bo mafên xwe têdikoşin û anî ziman ku zîhniyeta ku li Mereşê komkujî kir hê jî dewam dike.
Parlamenterê DEM Partiyê yê StenbolêCelal Firat, jî banga yekîtiyê kir. Firat rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn ên hatine qetilkirin bibîr xist û wiha got, “Wan ji cîhanê re heqîqetê radigandin. Lê mixabin bi balafirê bêmirov ê SÎHA’yê, hatin qetilkirin. Aştî bi vê zîhniyetê re pêk nayê. Eger em destê hev bigirin, wê aştî pêk were.”