Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Rastiyên ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne, em ê ragihînin’
Rojava

‘Rastiyên ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne, em ê ragihînin’

Hevrêyên Şehîd Cîhan, Silava Ebd El Rehman û Xelîl Bozo gotin, "Wê tu carî çavê me ji rastiya ku Şehîd Cîhan xwest ragihîne re neyê girtin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevreyên Şehîd Cîhan ên herî nêz Silava Ebd El Rehman û Xelîl Bozo ji ajansa me ANF’ê re behsa kesayet û hevaltiya Şehîd Cîhan kirin. 

‘MIN DI SALA 2017’AN DE NAS KIR’

Nûçegihana Ajansa Nûçeyên Hawarê (ANHA) Silava Ebd El Rehman sersaxî ji malbata şehîd Cîhan re xwest û naskirina xwe wiha ani zıman: “Naskirina min a hevala Cîhan di sala 2017‘an çêbû. Wê demê ez nû hatibûm xebatên ragihandinê. Hevalek di karê xwe de pir cidî bû û ji karê xwe jî hez dikir. Israra Şehîd Cîhan a kar dihişt ku em jî hêz bigirin. Dema karekê wê hebûya demildest diçû cihê kar da ku kêmasî dernekeve. Her dem me jê re digot tu çima ew qas zû diçî? Ji me re digot: ‘ez bi vî rengî fêr bûme, divê kêmasî dernekevin û ez her dem dixwazim serkeftî tevbigerim.’ Sekna wê, xîtab û şêwazê wê pir rêxistinkirîbû, li her cihê ku lê bû her şopa xwe dihişt. Ez dikarim bibêjim ku Şehîd Cîhan xwedî seknekê mînak bû. Min ji bo jiyan û kar nerînên Şehîd Cîhan her tim ji xwe re esas digirt. Dema min şaşitî dikir berê min dida rastiyan. Ji ber ku ew her derdora xwe difikirî û nedihîşt ku em bikevin şaşitiyan. Her kesê ku Şehîd Cîhan nas dikir, jê hez dikir. Şehîd Cîha di dilê her kesekî/ê de cihê xwe girt. Gelek mînakên wê hene ez dikarim bêjim. Carekê em bi hev re çûbûn nav gel. Keçikek biçûk hat pêş hevala Cîhan û pere jê xwest. Hevala Cîhan bi pê re rûnişt û jê re got: ‘tu keçekê biçûkî û tu pêşeroja civaka me yî. Ji ber vê divê tu dev ji vî karî berdî û biçî pênûsa xwe rakî. Fêr bibe da ku tu hevalên xwe jî fêr bikî.’ Şehîd Cîhan wiha nêzî her kesî dibû. Şehîd Cîhan bi tu awayî şaşitî qebûl nedikir û ji bo ku bigihîje rastiya Rêber Apo xwe birêxistin dikir. Dema nûçe û dosyayên wê ji aliyê ajans û rojnameyên cuda ve dihatin weşandin pir kêfxweş dibû. Yanî kar û xebatên Şehîd Cîhan pir bi nav û deng bûn. Şehîd Cîhan di asta cîhanî de dihat nasîn. Barê herî giran a ajansê Şehîd Cîhan rakiribû.”

‘DEWLETA TIRK JI BO EŞKERE NEBE, ÇAVÊN RASTIYÊ DIKE HEDEF’

Silava Ebd El Rehman wiha dawî li axavtina xwe anî “Hevala Cîhan di nav malbatek welatparêz de mezin bûye û fakulteya hiqûqê xwendiye. Di biçûktiya xwe de rastiya dewleta Tirk nas kiriye û ziman û Kurdîtiya xwe tu carî berneda. Ew di sala 2017‘an de derbasî Rojava bû. Ji bo rastiya dewleta Tirk ragihîne dev ji xwendina hiqûqê berda û ket nav xebatên ragihandinê. Gelek xewn û xeyalên wê hebûn ku pêk bîne. Mirov çiqas li ser kesayeta wê biaxife jî nikare haqê wê bide. Tenê ez dikarim bibêjim ku jiyana wê ji bo min wek destanek bû. Îradeya me bi şehîdên me re hîn xurtir dibe û hêrsa me ya li hemberî dijmin zêdetir dike. Dewleta Tirk ji bo hovîtiya xwe veşêre, çavên rastiyê dike hedef. Dema agahî hat û gotin hevala Cîhan gihîştiyê şehadetê me bawer nekir û ji bo me pir giran bû. Lê me sekna Şehîd Cîhan anî bîra xwe û ew çawa nêz dibû me jî hewl da em jî wisa nêz bibin.”  

‘ŞEHÎD CÎHAN HER DERÊ ZINDÎ KIR’

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Xelîl Bozo jî got, “Dewleta Tirk a dagirker li seranserê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan dike. Bi taybet dema dawî li bendava Tişrîn û pira Qaraqozaxê şerekî dijwar pêk hat û heta niha jî berdewam e. Şehîd Cîhan bi cesareta xwe xwest ku here û rastiya dewleta Tirk ji raya girştî re ragihîne. Ev yek ji dijmin re nexweş hat û Şehîd Cîhan hedef kir. Ji bo çewisandina dengê rastiyê dewleta Tirk nûçegihanan dike hedef. Rastî jî şehadeta Şehîd Nazim û Şehid Cîhan ji bo me êşek gıran bû. Em ê heta dawî jî pênûsa her dû hevalan li erdê nahêlin. Şehîd Cîhan di nav me de wek ruhek bû. Ew di asta cîhanî de dihat nas kirin û li her cihê ku derbas dibû şop li pey xwe dihişt. Her dem bi hezkirin nêzî derdor û hevalan dibû. Tu carî nedixwest hevalên xwe bişkêne yan jî dilê hevalên xwe bihêle. Lê şaşitî qet qebûl nedikir. Dema şaştiyek didît rêflêksên wê derdiketin. Her wiha Şehîd Cîhan bi şêwazên rast şaştiyan çareser dikir. Cihê Şehîd Cîhan di dilê me de taybet bû. Me bi hev re bîranînên pir xweş jiyan kir. Tiştên ku Şehîd Jiyan dixwest ji raya giştî re ragihîne em ê berdewam bikin. Ew hevalek pir dilgêş bû, rihê wê her tim zindî bû û her derê zindî dikir. Her kes jê hez dikir. Liv û tevgera wê di civakê de giraniyek çêkiribû. Her dem Şehîd Cîhan serdana malbatan dikir.  Dema ji malan derdiket ruhek zindî li wir dihişt. Di heman demê de kar û xebatên wê jî wisa bûn. Şehîd Cîhan di dilê me de ye û em ê bîranîna Şehîd Cîhan bıdın jiyandin û pênûsa wê li erdê nehêlin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Nûçeya Pişt re QSD’ê nasnameya 16 şehîdan eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Pakistanê baran û hezaz: 50 kes mirin

Li bakurê Pakistanê, ji ber baran û hezazê di nava 24 saetên dawî de herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirbespiyê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin

Li Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Barzaniyan bi meşeke hat protestokirin.

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bi ser bixin

DEM Partî derbarê Sirri Sureyya Onder ê ku jiyana xwe ji dest da daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Humsê êrîşî wesayîtekî serwîsê hat kirin: 7 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Hesen Ehmed hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê xwendekar ji bo zimanê Kurdî li qadan bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Girkê Legê û Rimêlanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?