Yekîneya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê (YCWK) a Wanê, di çarçoveya pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber Apo re azad bibin’’de çalakiyan xwe didomîne.
Di daxuyaniya têkildarî çalakiyê de ev yek hayin gotin:
‘’Yekîneyên me yên YCWK’ê şeva 25’ê Kanûnê li Wanê li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyeke molotofê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî şewitî. Ev çalakî ji bo piştevaniya têkoşîna Rojava ya dîrokî hate lidarxistin.
Ji bo parastin û xwedîderkertina şoreş û destkeftiyên şoreşê em ê li hemû qadan çalak bin.’’